Meclîsa Malbatên Şehîdan êrîş şermezar kir 2020-06-18 13:35:13   ŞEHBA - Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê kiryarên dewleta tirk ên li ser Herêmên Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê şermezar kir.    Bi armanca şermezarkirina kiryarên dewleta tirk û êrîşên wê yên li ser Herêmên Başûrê Kurdistanê û herî dawiyê jî êrîşên ku li ser Şengal, Kampa Mexmûrê û Çiyayê Qendîlê hatin kirin, daxuyanî dan. Daxuyanî li goristana pakrewanên berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehras a Şehbayê bi tevlîbûna hemû Malbatên Şehîdan û Gaziyên Şer yên Herêmê hat dayin. Daxuyanî ji aliyê Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Efrînê Sêvîn Hesîko ve hate xwendin .    Daxuyanî wiha ye:   "Nijadperestên tirk ji mijandina xwîna mirovan a li Bakûrê Kurdistanê û her roj li Efrîn, Serêkaniyê têr nebûye,  ji bo wê careke din êrîşî Şengalê kir. Dewleta tirk dixwaze bi van êrîşan dîsa careke din dîroka êzdatiya kevnar ji holê tune bike. Ev êrîş ne tenê li Şengalê li gelek herêmên Başûrê Kurdistanê pêk hat. Armanca êrîşan dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye.   Yekîtiya kurdan tê wateya azadiya civak û nirxên kurd, ji bo wê dewleta tirk naxwaze ku kurd bibin yek û dixwaze tim di nava pevçûnan de bin.  Bi salaye nakokiyan di navbera kurdan de derdixe, da ku serweriya xwe ser vîna civaka kurd mayinde bike.   Em weke Meclîsa Malbatên Şehîdan bang li hemû civaka navneteweyî dikin ku ji bêdengiya xwe ya li hember kiryarên dewleta tirk derkeve, da ku mirov li welatê xwe aram bijîn.  Em ê yekîtiya netewan, destkeftiyên xwe biparêzin û li hember dagirkeriyê têbikoşin. Divê ceza li dewleta tirk êdî bê birîn.”   Daxuyanî bi dirûşma ”Berxwedan jiyan e” bi dawî bû.