'Têkoşîn mezin dibe' 2020-06-18 09:08:15   WAN - Welatiyan diyar kirin ku Meşa Demokrasiyê bendewariya gel aniye cih û gotin: “Vî gelî tevî zextan serî netewand. Têkoşîn wê her ku biçe mezin bibe.”   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî zextên li hember partiya wan Meşa Demokrasiyê da destpêkirin û meşê ji Colemêrg û Edîrneyê dest pê kir. Meşa Demokrasiyê ji aliyê gelê Colemêrg û Serhedê ve bi xweşbînî hat pêşwazîkirin. Gel destnîşan kir ku meşa wan mafdar û di cih de ye û bendewariya wan hatiye bicihanîn.   ‘Desthilatdarî ji miriyên me jî ditirsin’   Pakîze Başak daxuyakirin ku gel li dijî zextan tu car serî natewîne û got desthilatdarî ji jinan û heta ji miriyan ditirse û ji ber vê jî dixwaze hestiyên wan tune bikin û got: “Tevî astengiya polîsan, meşa HDP’ê watedar bû. Ji ber naxwazin em qezenc bikin. Ji me ditirsin. Ji ber dizanin ku em qezenc bikin wê têk biçin. Qeyûm tayînê şaredariyên me kirin. Em ê serî netewînin, em natirsin û em ê bi ser kevin. Li Mexmur û Şengalê zilmê dikin. Ev rewş me ne rehet dike. Her wiha hemû kesî digirin û davêjin girtîgehan.”   ‘Dijmin skûra me bernadin’   Emîne Demîragaç jî destnîşan kir ku ew bi Kurdbûnê serbilindin, dijmin jî skûra wan bernade û wiha berdewam kir: “Min canê xwe, ewladê xwe da ser vê dozê. Heta mirinê ez ê serbilind bim. Seranserê zivistanê ez neçûm HDP’ê. Mehek berê min got ez biçim avahiya partiyê, lê polîsan pêşiya min girtin. Bi laçika min girtin û gotin vê nede serê xwe. Tiştên wisa anîn serê me, em neçar man vegerin.Êvarê kurê min birîndar hat malê. Li kurê min dabûn. Êdî bes e wê heta kengê wisa be.”   ‘Em serbilindin’   Emîneyê her wiha bi lêv kir ku meşa HDP’ê hewceye û di cih de ye û got: “Vê meşê ez gelek kêfxweş kirim. Ez ji HDP’ê re serkeftinê dixwazim. Em serbilindin em ê her tim bi ser kevin.”   ‘Vî gelî serî netewand wê netewîne’   Sabîha Tamur jî bal kişand ser meşa demokrasiyê ya HDP’ê û got: “Bendewariya gel ji HDP’ê hebû, ji meşa demokrasiyê hebû. Vê meşê em gelek kêfxweş kirin. Divê em ji van zextan re bibûna deng.Desthilatdarî nahêle gel serî hilbide. Ji ber vê jî ji her derê êrîşê kurdan dikin.Çi dikin bila bikin hewldanên wan valane.”