'Rêveberiya Xweser li dijî qeyrana aborî tedbîrên girîng girt' 2020-06-18 09:01:33   Xezne Celal   KOBANÊ - Hevseroka Desteya Aborî ya Herêma Firatê Rojîn Muhemed Elî ragihand ku Zagona Qeyser di pratîkê de li ser welatiyan bandoreke neyînî dike û wiha got: "Ji ber ku li Sûriyeyê lîreyê Sûriyeyê tê bikaranîn û her ku diçe nirxê dolar li hemberî lîreyê Sûriyeyê bilind dibe, ev yek jî bandoreke neyînî li ser welatiyan dike. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo derbaskirina vê rewşê  tedbîrên girîng girtin."   Serokê Emerika Donald Trump di 20'ê Kanûna 2019'an de Zagona Qeyser (Zagona Sezar) îmze kir. Bi vê riyê hinek cezayên aborî li ser Rejîma Sûriyeyê û hevkarên rejîmê tên ferzkirin. Bi hinceta ku Rejîma Sûriyeyê li dijî welatiyan sûc û îşkence pêk aniye ev zagona hat îmzekirin. Emerikayê ragihand ku wê di 17'ê Hezîrana 2020'an de Zagona Qeyser têkeve pratîkê. Li aliyekê din jî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo derbaskirina qeyrana aborî li herêmê tedbîrên girîng girt. Di derbarê vê mijarê de Hevseroka Desteya Aborî ya Herêma Firatê Rojîn Muhemed Elî ji ajansa me re axivî.   'Divê em tedbîrên xwe yên aborî bigirin'   Rojînê behsa derketina Zagona Qeyser kir û wiha pê de çû: "Emerikayê Zagona Qeyser li ser hikumeta Sûriyeyê ferz kir. Qeyser leşkerekî rêjîma BAAS'ê bû û di heman demê de wênekêş bû. Qeyser ji nav artêşê veqetiya û bi hezaran wêneyên cenazeyên qurbaniyên ku di girtîgehên Rêjîmê de rastî îşkenceyê hatibûn, parve kir. Li gor Emerikayê armanca vê zagonê parastina welatiyan a ji Rêjîma BAAS'ê ye. Zagona Qeyser di pratîkê de li ser Rejîma Sûriyeyê, kesayetên leşkerî, hevkarên rejîmê yên navneteweyî û di serî de artêşa Rûsyayê ya li Sûriyeyê û hêzên Îranê ku alîkariya rejîmê dikin, tê ferzkirin. Ji ber vê yekê divê em tedbîrên xwe yên aborî bigirin."    'Heger aborî ne baş bibe ew ê rê li ber qeyranên nû veke'   Rojînê destnîşan kir ku armanca sereke ya zagona Qeyser hilweşandina Rêjîma Esad  û guhertina sîstemê ye û wiha domand: "Em dibînin ku niha tevliheviyek di navbera malbata Esad de çêbûye û ber bi hilweşandinê ve diçe. Dema ku sîstema Esad bê hilweşandin, zagona Qeyser jî tê rawestandin. Qaşo zagona Qeyser bandorên neyînî li ser welatiyan nake, lê em dibînin ku di pratîkê de yên ku zirarê jê dibînin welatî ne. Ji ber ku nirxê dolar li hemberî lîreyê Sûriyeyê bilind dibe, ev yek jî bandoreke neyînî li ser welatiyan dike û bi taybet jî herêmên di bin serweriya Rêjîma BAAS'ê de pir zehmetiyan dibînin. Ji ber ku welatiyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lîreyê Sûriyeyê bi kar tînin, loma Zagona Qeyser bandoreke neyînî ew ê li welatiyên li van herêman jî bike. Loma heger aborî ne baş bibe ew ê rê li ber qeyranên nû veke."   'Rêveberiya Xweser gelek proje li herêmê da destpêkirin'   Rojînê bal kişand ser girtina tedbîrên girîng ên li dijî qeyrana aborî, projeyên li herêmê hatine destpêkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Rêveberiya Xweser li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo vê rewşa dijwar derbas bike tedbîrên girîng girtin û şandeya qeyrana aborî hat avakirin. Di rojên pêşiya me de wê biryarên girîng ji aliyê şandeya qeyrana aborî bê dayin . Di heman demê de Rêveberiya Xweser gelek proje li herêmê da destpêkirin Wekî bîstan, kargehên sewalan û hwd. Armanca me ji van projeyan ew e ku welatî pêwistiyên xwe yên rojane ji herêmê peyda bikin û bi nirxên kêm bikaribin debara xwe bikin. Di rewşeke wiha dijwar de pêwist e Rêveberiya Xweser û welatî ji bazirganan bigire heta karkeran bi hev du re bibin alîkar û bi hevgirtina welatiyan em ê vê rewşê derbas bikin."