Jinên ku hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan 2020-06-18 08:59:24   WAN - Di encama biserdegirtina malan de li Kuçeya Bukeça Payizavayê di nav de 3 jin bi tevahî 9 kes hatibûn binçavkirin. 3 jinên ku hatibûn binçavkirin bi şerda kontrola edlî serbest hatin berdan û tê payin ku îro 6 kes sewqî dozgeriyê bên kirin.    Do di saetên serê sibehê de li kuçeya Bukeça Payizavaya Wanê polîsan bi ser malan de girtin tevî 3 jinan bi tevahî 9 kes hatin binçavkirin. Aysel Koçak, Besê Koçak, Nazdar Alkan ên li ser îfadeya "Şahidê veşartî" bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibûn binçavkirin do piştî karê li Fermandariya Jandarmayê bi şerdê kontrola edlî do di saetên şev de serbest hatin berdan. Her tê payin ku Tajdin Gencer, Kinyas Gencer, Savaş Kaçak, Renas Kaçak, Şerif Koçak û Musa Dik sewqî dozgeriyê bên kirin.