Li Helebê bi şahiyekê Navenda Jinên Ciwan hat vekirin 2020-06-18 08:37:21   HELEB - Tevgera Jinên Ciwan a Helebê, bi şahiyekî Navenda Jinên Ciwan vekir.    Tevgera Jinên Ciwan a Helebê, cara yekemîn bi şahiyekê Navenda Jinên Ciwan a bi nave şehîd Tîmav Serbilind a ku di berxwedana rûmetê de jiyana xwe ji dest dabû, li taxa Şêx Meqsûdê vekirin.  Di şahiyê de jinên ciwan, sazî û dezgehên civaka sivîl amade bûn. Hola şahiyê bi wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alê Tevgera Jinên Ciwan hatibû xemilandin.   Şahî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Paşê li ser navê Tevgera Jinên Ciwan a Helebê Emîne Ebdo Navenda Jinên Ciwan li hemû jinên ciwan pîroz kir û wiha pê de çû: "Îro salvegera şehadeta şehîd Tîmav Serbilind e, em jî weke jinên ciwan di roja şehadeta şehîd Tîmav de navenda jinên ciwan vedikin. Em vê navendê di destpêkê de li Rêber Apo û hemû jinên ciwan pîroz dikin. Hêviya me ew e ku hemû jinên ciwan vê navendê ji xwe re bikin cihên rêxistin û perwerdekirinê. "   Li ser navê Rêxistina Kongreya Star Nehle Mistefa jî Navenda Jinên Ciwan pîroz kir û wiha got: "Em di kesayeta şehîd Tîmav de hemû şehîdên berxwedana rûmetê bi bîr tînin. Her wiha em vekirina Navenda Jinên Ciwan li hemû jinên ciwan pîroz dikin. Em bi hêvî ne hemû jinên ciwan di vê navendê de bi erka pêşengtiyê ava bikin. Em car din soza şopandina rêya hemû şehîdan nû dikin."   Paşê ji aliyê dayikên şehîdan ve Navenda Jinên Ciwan hat vekirin. Her wiha koma şehîd Biharîn stranên xwe pêşkêş kir.    Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.