Heyeta Meşa Demokrasiyê hat Amedê: Yekitiya neteweyi pêwist e 2020-06-17 22:22:43   AMED - Heyeta “Meşa Demokrasiyê” ku ji Wanê bi rê ket, li Amedê bi coşeke mezin hat pêşwazikirin, heyetê  peyama yekitiya neteweyî da.   Meşa Partiya Demokratik a Gelan (HDP) ku bi dirûşma “Li dijî darbeyê meşa demokrasiye”, ji Colemêrg û ji Edîrneyê ber bi Enqereyê ve da destpêkirin berdewam dike.  Heyeta ku li Êlihê bi gel re  hevdîtin kir hat Amedê. Girseya ku ji saetên zû ve li ber avahiya bajêr ya HDP’ê kom bû heyet bi coşeke mezin pêşwazî kir. Herwiha heyet beriya bê ber avahiya HDP’ê li nava bajêr geriya û li ser rêyan jî ji alyê gel ve bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin.   Heyet li ber avahiya bajêr li gel girseya welatiyan ji aliye Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Berdan Ozturk ve hat pêşwazîkirin. Girseyê li ber avahiya bajêr heyet bi dirûşmên, “Berxwedan jiyane” û “HDP gel e gel liv ir e” pêşwazî kir.    ‘Em ji payitextê berxwedanê re spas dikin’   Hevberdevkê Kongereya Demokratîk a Gelan (HDK)  Sedat Şenoglu, şêniyên Amedê silav kirin û got ku ew li her cihên ku çûnê hatine astengkirin. Sedat diyar kir ku ew ê tu astengiyan nas nekin û wiha got: “Wê ev meş me bibe serkeftinê, em ê li hemberî êrîşên li ser îrade û gelen me serî netewînin. Em hemû girtiyên xwe yên li girtîgehan silav dikin. Em ji payitexê berxwedanê Amêdê re spas dikin.”   ‘Divê li çar parçeyan yekitî pêk bê’   Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî diyar kir ku ev meşeke dîrokî ye, êrîşên li ser Mexmûr, Şengal û Qendîlê şermezar kirin û got ku li dijî destkeftiyên Gelê Kurd êrîşên mezin hene. Berdan derbarê rojeva Rojava ya derbarê  yekitiya neteweyî de jî wiha got: “Ev hewldan hêviyê didin. Em ê ji bo li çar parçeyên Kurdistanê yekitî pêk bê xebatên xwe berdewam bikin.”   Daxuyanî bi dirûşmên “Herder Mexmûr, her der Berxwedan” û bi govendê bi dawî bû.