Komîsyona Jinan a KNK’ê êrîş şermezar kirin 2020-06-17 16:22:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Komîsyona Jinan a KNK’ê êrîşên li dijî Şengal, Mexmûr, Biradost û Herêmên Parastinê yên Medyayê bi daxuyaniyekî şermezar kir û bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hikûmeta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî kir û gotin: "Li gorî qanûnên navnetewî erka xwe pêk bînin."   Komîsyona Jinan a Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) li dijî êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê daxwazê ji Hikûmeta Iraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku pêşî li êrîşên li dijî kurdan bigirinkir.     Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji ber zilmê koçberê Başûr bûne û tevî ku niha dibin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) û Hikûmeta Iraqê de ye lê bi êrîşan re rûbirû ne. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Gelek caran Erdogan bi aşkereyî îfade kiriye, statûyeke kurd li kuderê hebe, ew li dijî wê bin û wê dijminatiya wê bikin. Heke piştgiriya hikûmeta Iraqê û hêzên cîhanî ji bo Herêma Kurdistanê nebûya, wê Tirkiye heman tişta ku li Rojavayê kir, li Başûr jî kiriba."   Komîsyona Jinan a KNK’ê çend daxwaz arasteyê Hikûmeta Iraqê, Serokkomarê Iraqê û her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê kir:   "* Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştgiriyê bide hikûmeta Iraqê û li dijî binpêkirinên Tirkiyeyê li qada navnetewî û li NY gilî bikin.   * Divê Hikûmeta Federal a Iraqê û ya Herêma Kurdistanê daxwazê bikin, baregehên leşkerî yên Tirkiye yên li Başîka û Başûr kêliyek beriya kêliya din werin valakirin ango artêşa Tirk ji Iraq û Başûr derkeve.   * Divê Hikûmeta Iraqê bi awayeke fermî daxwazê ji saziyên navdewletî bike, li dijî zirerên giyanî û madî yên Tirkiye bi gelê Başûr daye tazmînatê bide.   * Li gorî qanûnên navnetewî erka Neteweyên Yekbûyiye (NY) Kampa Penaberan a Mexmûrê biparêze."