‘Demokrasî daxwaza me ya hevpar e’ 2020-06-17 14:35:59   AMED - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê têkildarî meşa demokrasiyê ya HDP’ê li Şaxa 1'emîn a Egitim Senê daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku demokrasî daxwaza wan a hevpar e.   Meşa demokrasiye ya li dijî darbeye ku Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) ji Edîrne û Colemêrge ber bi Enqereyê ve daye destpêkirindewam dike.   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê têkildarî meşa demokrasiyê ya HDP’ê li Şaxa 1'emîn a Egitim Senê daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê Sekreterê Lîjneya Koordînasyona Bajar a Şaxa Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB) a Amedê Dogan Hatûn ve hat xewnd.   Dogan anî ziman ku ew di demên dawîn de bi pêvajoyeke dijhiqûqî re rûbirû ne û domand: “Bi sererastkirin û darbeyên sîvîl erka waliyan zêde kirin û bi wî awayî waliyên xwe ji kesên bijartî pêşdetir kirin. Her wiha gava baroyan, rêxistinên kedkar û sendikayan desthilatdarî ji bo polîtîkayên wan ên antî demokratÎk rexne kirin jî hatin hedefgirtin. Deshilatdarî tenê dixwaze dengê wan bê û dengê kesên muxalîf qut dike.  Em vê qebûl nakin."    Doğan di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand  ser meşa demokrasiye ya li dijî darbeye ku HDP'ê daye destpêkirin û got: “Bi fermana hikûmetê walî hemû bajêr dorpêç kir û bi wî awayî di çalakiyan de dîmenên wekî yên darbeyê derketin holê. Wan tenê li dijî partiyekê darbe pêk neaniyê di heman demê de li dijî kedkar û karkeran jî darbe hatiye kirin û tê xwestin ku bi şikandina vînê re pergala xwe bi rêve bibin.”