Pervîn Bûldan: Partiya li dijî hemû zextan disekine HDP ye 2020-06-17 13:44:12   STENBOL - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan a di baskê “Meşa Demokrasiyê” ya Edîrneyê de cih digire EMEP ziyaret kir. Pervînê bal kişand ser têkoşîna HDP'ê ya ji bo demokrasiyê û wiha got:"Ya ku aştî û demokrasiyê bîne HDP ye. Heger li vî welatî çareseriyek pêk bê ew jî bi saya HDP'ê ye."   “Meşa Demokrasiyê ya li dijî darbeyê” ya HDP’ê ku ji Edîrne û Colemêrgê da destpêkirin di roja sêyemîn de didome. Baskê meşa Edîrneyê li Stenbolê serdanê xwe didomîne. Hevseroka Giştî ya HDP’ê û şandeya li gel wê di çarçoveya serdanên meşê de serdana Partiya Kedê (EMEP) kir. Parlamenter Sezaî Temellî û Fatma Kûrtûlan û endama Meclîsa HDP’ê Ayşe Erdem jî di serdanê de amade bûn. Hevdîtin li buroya EMEP’ê ya Bakirkoyê pêk hat. Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan, Cîgirê Seroka Giştî Abdullah Levnet  Tuzel û seroka EMEP’a Stenbolê şandeya HDP’ê pêşwazî kirin.    'Êriş tenê ne li HDP’ê, li dijî hemû hêzên demokrasiyê ne'   Piştî sohbetek kin a li ser piya daxuyanî hatin dayîn. Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan bal kişand ser meşa HDP’ê û da zanîn ku meşa demokrasiyê gelek girîng e û ew wek partî di vê pêvajoyê de li cem HDP’ê ne. Selma got zextên li dijî HDP’ê ji ber pirsgirêka kurd çareser nabe rû didin û êriş tenê ne li HDP’ê, li dijî hemû hêzên demokrasiyê ne. Selma got daxwazên meşê wê pêşiya demokratîkkirina Tirkiyeyê veke.    'Pêdiviya vî welatî bi aştiyê, demokrasiyê û azadiyê heye'   Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî da zanîn ku ji Edîrneyê heta Colemêrgê pêdiviya vî welatî bi aştiyê, demokrasiyê û azadiyê heye û wan li bajarên sembolîk peyamên girîng dane. Pervîn diyar kir ku meşên wan ji her du bajaran peyamên girîng dide îradeya siyasî û xwestine bi van meşan bêhnê vekin û pêvajoya têkoşîne bidin destpêkirin.   'Heta aştî neyê ser axa vî welatî dê tu tiştek çareser nabe'   Pervîn destnîşan kir ku îqtîdara welat bi rê ve dibe ji bilî xwe tu deng û rengên din û muxalîfan naxwaze û dixwaze tevahiya civakê bêdeng bike. Pervîn got ew şertên niha Tirkiye tê de derbas dibe baş dizanin û heta aştî neyê ser axa vî welatî dê tu tiştek çareser nabe.    'Li vî welatî partiyek li dijî hemû zextan sekiniye heye'   Pervîn bersiva êrişên medya îqtîdarê ya li dijî partiya xwe da û got: “Meşa me ya demokrasiyê li hemû televîzyonan tê nîqaşkirin. Tê gotin meşa bi armanca provokasyonê tê kirin. Duh rojnamegerek derketiye dibêje ‘HDP û pirsgirêka kurd nîne.’ Em vî zimanî û zîhniyetê baş nas dikin. 90 sal in tu encam ji vê zîhniyetê derneket. Bêyî HDP’iyan HDP’ê li ser şaşeyên  televîzyonên xwe temaşe dikin. Heke aştî û demokrasî were vî welatî jî wê HDP bîne. Heke li vî welatî çareseriyek jî pêk were wê HDP vê çareseriyê bîne. Li vî welatî partiyek li dijî hemû zextan sekiniye heye û navê vê partiyê jî HDP ye.”    Piştî daxuyaniyê serdan ji çapemeniyê re girtî dewam kir.