Kongreya Star Sema Yuce bi semînerekê bi bîr xist 2020-06-17 13:08:27   HESEKÊ - Bi boneya  22’yemîn salvegera şehadeta têkoşera azadiyê Sema Yuca Kongereya Star a bajarê Hesekê semîner da.   Têkoşera azadiyê Sema Yuce, zîhniyeta desthilatdar a li ser jinan û civakê qebûl nekir, ji bo wê tevlî nava refên Tevgera Azadiya Jinê bû. Sema ji aliyê dewleta tirk ve dîl hat girtin û di hundirê zîndanê de rastî êşkenceyên pir dijwar hat. Di 21’ê Adara 1971’an de bi çalakiyeke fedayî di zîndana tirkiyê de agir bi canê xwe xist. Sema pira agirê Newrozê bi canê xwe ava kir û bû çirûska têkoşînê li hember zilim û zoriyê. Bi boneya salvegera şehadeta Sema Yuce Kongreya Star a bajarê Hesekê semîner da. Semîner li navenda Xabûr a Çand û Hunerê ya taxa Miftî bi beşdarbûna bi dehan jinan pêk hat. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê,  semîner ji aliyê Endama Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Hesekê Arjîn Kobanê ve  hat dayin.   ‘Agirê canê Sema bû ronahiya rêka tevahî jinên cihanê’   Di semînerê de Arjîn diyar kir ku têkoşer  Sema bi têkoşîn û fedekariya Leyla Qasim, Leyla Xalid bi bandor bû û wiha pê de çû: ” Sema Yuce di nameya xwe de behsa zarokatiya xwe kiriye ku çawa ji doza jinê bi bandor bûye, bi taybet bi şehadeta Leyla Qasim.  Xewin û xeyalên wê bû ku  wekî wan fedakar û têkoşer be. Bi vê çalakiya xwe xewin û xeyalên xwe pêk anî û bû sembola jina azad. Çalakiya Sema ji bo tevahî jinên cîhanê xwedî wateyeke pir mezin e, agirê ku têkoşer Sema bi canê xwe xist bû ronahiya rêka tevahî jinên cîhanê."   Arjîn di dewamiya axaftina xwe de wiha got: “Şehîd Sema Yuce bi çalakiya xwe ya fedayî pêvajoyeke nû di dîroka têkoşîna azadiya Kurdistanê de da destpêkirin û di dilê dijmin de tirs ji hêza jinan ava kir. Di rûpelên dîrokê de têkoşerên berxwedêr ên wekî Şehîd Sema, Leyla, Viyan , Sakîne û hwd. Navê wan derbas dibe û têkoşîna ku van jinan kiriye bi tevahî jinên azadîxwaz parve dike.”   Semîner bi pirs û bersîvan ser kesayeta têkoşer Sema bi dawî bû.