Meşa demokrasiyê didome 2020-06-17 12:50:43   WAN - Di çarçoveya "Meşa Demokrasiyê" de îro li Wanê daxuyanî hat dayin û hat gotin ew ê ber bi Bedlîsê ve meş pêk were. Hevseroka Giştî ya DBP'ê  Salîha Aydeniz a ku daxuyanî xwend wiha got:"Em êrîşên li dijî Mexmûr û Şengalê şermezar dikin. îqtîdara faşizmê di şer de israr dike. HDP li dijî vî şerî muxalefetê dike. Heta ku demokrasî, azadî û edalet li Tirkiyeyê pêş bikeve ev têkoşîna me ya demokrasiyê dê bidome."    "Meşa Demokrasiyê" ku HDP'ê ji Colemêrg û Edîrneyê ber bi Enqereyê ve daye dest pê kirin didome. Heyeta milê meşa Colemêrgê ku ji Colemêrgê gihiştin Wanê, ji Wanê derketin rê û diçin Bedlisê. Heyet ji Wanê bi girseyî hatin oxirkirin û ketin rêya Bedlisê. Endam û rêveberên HDP'ê li ber avahiya HDP'ê ya Wanê kom bûn û pankarta "Em bi hev re" vekirin û karwan oxir kirin. Li vir Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha Aydeniz, anî ziman ku ew li Colemêrgê bi girseyî hatin pêşwazîkirin û wiha got: "Me heman coş û kelecan li Wanê jî dît. Armanca vê meşa me ew e ku em bêhnê bidin Tirkiyeyê. Em dixwazin demokrasi li Tirkiye pêş bikeve. Em ê piştî Bedlisê derbasî Êlihê û ji wir jî derbasî Amedê bibin. Derdê hikûmeta AKP-MHP'ê ne Vîrûsa Korona ye. Tirsa wan ji pêşketina demokrasiyê ye.    'Em êrîşên li dijî Mexmûr û Şengalê şermezar dikin'   Salîha, bal kişand ser êrîşên TSK'ê yên li dijî wargeha penaberan a Mexmûr, Şengal û Qendîlê û wiha got: “AKP darbeyên siyasî didomîne. Ev meş  dê li Tirkiyeyê demokrasiyê û li Kurdistanê azadiyê pêş bixe. Em êrîşên li dijî Mexmûr û Şengalê şermezar dikin. Îqtîdara faşizmê di şer de israr dike. HDP li dijî vî şerî muxalefetê dike. Heta ku demokrasî, azadî û edalet li Tirkiyeyê pêş bikeve ev têkoşîna me ya demokrasiyê dê bidome."    Piştî axaftinan heyet bi çepik û tilîlîyan ber bi Bedlisê ve derketin rê. Karwan piştî li nava bajar tûr bavêjin dê biçin Bedlisê.