Ji bo Sema Yuce merasîma bîranînê 2020-06-17 12:10:42   MEXMÛR - Li Mexmûrê ji bo Sema Yûce û pakrewanên meha Gulanê merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.    Ji hêla Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo Sema Yûce û Gulan merasîmeke biranînê li dar xist. Merasîm li avahiya saziyê hat lidarxistin. Derbarê rojê de Mamoste Zeynep Kara axivî.   Zeynep di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna Sema Yûce û got: "Di sala 1998’an de heval Sema Yûce di zîndanê de çalakiyeke fedaî pêk anî û agir berda bedena xwe. Heval Sema di got 'Ez ê bibim pirekî di navbera 21’ê Adarê heta 28’ê Adarê de' Dema ku heval Sema çalakiya xwe pêk tîne di wê demê de şehîd nakeve û pêvajoyek dem dirêj jî li berxwe dide û piştî 80’î rojî şehîd dikeve."   Zeynep di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser zilm û zordariyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dijmin desthiladariya xwe bi îşkence, zilm û zordariya li zindanan zêde dike. Li hemberî vê jî gelek hevalên jin û hevalên din nerazîbûnên xwe anîn ziman û li hemberî wê jî xeta berxwedanê jî dan li pêş xwe. Di encamê de jî Heval Sema biryara çalakiyê dide. Piştî şehadeta Heval Sema, Heval Fikrî Baygeldî dibêje 'Heval Sema fermandara min e' û ew jî piştre agir berdide bedena xwe.”    Mamoste Zeynep bal kişand ser domandina têkoşînê ya li dijî êrîşan û wiha dawî li axatina xwe anî: "Heval Sema bi têkoşîna xwe yê 80’î rojî ya ku bi agir re kir. Pêvajoya ku Heval Sema tê de bû weke pêvajoya ku em niha dijîn yek in. Ango pêvajoyekî gelekî giran bû û bi wate bû. Gelek êrîşên dijmin hem yên derve û hem jî yên hundir li ser tekoşîna azadiyê hebûn. Li dijberî van êrîşan Heval Sema jî çalakiyekî di asta herî jor de pêk anî. Em careke din tevahî şehîdên şoreşê bi bîrtînin û bejna xwe li ber wan ditewînin.”   Merasîm bi dirûşmeya “Şehîd namirin" û "Bijî serok apo” bi dawî bû.