Li Şirnexê êrîş hatin şermezarkirin 2020-06-17 11:52:40   ŞIRNEX - Di pêşengiya Meclîsa Jinan a Şirnexê ya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) û Tevgera Jinên Azad(TJA) de derbarê êrîşa dewleta tirk a li dijî Maxmûr, Şengal û Qendîlê hat kirin daxûyanî hat dayîn û êrîş hatin şermezarkirin.    Meclîsa Jinan a Şirnexê ya HDP’ê û TJA'yê, derbarê êrîşa dewleta tirk a li dijî Maxmûr, Şengal û Qendîlê hat kirin de daxûyanî da. Daxûyanî ji aliyê  Rêvebira HDP’ê ya navendê Zozan Aksu ve li navenda HDP'ê hat dayîn û wiha hat gotin:“Bila îqtîdara AKP’ê û hevkarên wê MHP dev ji polîtîqayên qirêj berdin. Bila dev ji polîtîqayên tunekirinê yên li ser jinê û gel dimeşînin berdin.”   Zozanê, anî ziman ku dijminatiya îqtîdara AKP’ê ya li dijî kurdan û jinan bê navber berdewam dike û wiha berdewam kir: “Şerê koalîsyona AKP-MHP’ê û kesên bi wan re di serî de li dijî Rojava û  li Rojhilata Navîn li dijî têkoşîna azadiya jinê ye. Ev jî nîşan dide ku îqtîdar çiqasî ji têkoşîna gel û ya jinê ditirse.”     'Êrîş li dijî rêxistinbûna jinê ne'   Zozan, bi lêv kir ku ev êrîş li dijî gel, destkeftiyên jinê, xweza, erdnîgarî û jiyaneke demokratîk tên kirin û ev tişt anî ziman: “Ev êrîş bi taybetî li dijî rêxistinbûyîna jinê tên kirin. Plana îktîdara AKP’ê tunekirina Gelê Kurd e."   'Dev ji polîtîqayên tunebûnê berdin’   Zozan, herî dawî êrîşa li dijî Mexmûr, Şengal û Qendîlê ku hat kirin şermezar kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Qampa Mexmûr û Şengalêdi bin kontrola NY’yê de ye. Ji ber wê em di serî de bang li NY'ê û hemû saziyên navneteweyî dikin û dibêjin bila îqtîdara AKP’ê û hevkarê wê MHP dev ji polîtîqayên qirêj berdin. Bila dev ji polîtîqayên tunekirinê yên li ser jinê û gel tên meşandin berdin.”