Selma Altan: Tecrîd tê kûrkirin 2020-06-17 09:17:42   ÎZMÎR - Parêstvana Mafên Mirovan Selma Altan a li ber girtîgehê bi coş hat pêşwazîkirin got, "Tecrîd tê kûrkirin, divê piştgirî ji girtiyan re bê dayîn."   Endama Damezrîner a Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hukumxwaran re (EGE TUHAYDER) û parêstvana mafên mirovan Selma Altan piştî ku ji doza dihat darizandin hat tahliyekirin, ji aliyê endamên malbatan, nûnerên HDK'ê , Mecllisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), endamên EGE TUHAYDER'ê li ber Girtîgeha Jinan a Şakranê hat pêşwazîkirin.    'Dixwazin Asteng bikin'   Selmayê diyar kir ku tecrîda li girtîgehan mirov dike gûmanan û wiha berdewam kir,"Divê em piştgiriyê bidin girtiyan. Ji ber ku ez rêveber bûm bi zanebûn hatim girtin.  Divxwazin piştevaniya gel têk bibin. Sedema xebata me ev bû. Komeleya me mînaka piştevaniya gel e. Em ê xebatên xwe berdewam bikin. Me tiştekî dijqanûnî nekiriye."