Ava qirêj rê li ber nexweşiyan vedike 2020-06-17 09:10:55   Fîlîz Zeyrek   EDENE - Li taxa Kavakli, kanala ava qirêj ya ku serê wê û dora wê vekiriye, hem rê li ber nexweşiyan vedike û hem jî dibe sedema qezayan. Şêniyên taxê diyar kirin ku rayedar bi salane sozê didin lê serê kanalê nagirin.   Li taxa Kuçukdîkîlî Kavakli ya Seyhan a Edeneyê ji ber kanala ava qirêj ya serê wê vekiriye, nexweşî peyda dibin û ji ber tedbîr li dora kanalê nayên girtin, rewş ji bo zarokan dibe xetere. Di rojên ku baran dibare de av bilind dibe, dikeve malan û şêniyên taxê jî ji ber neçareseriyê bi gazinc in.   ‘Zivistanê av bilind dibe’   Nazmiye Yurtsever da zanîn ku di mehên zivistanê de ji ber baranê ava kanalê jî bilind dibe, xanî di bin avê de dimînin û got: “Lehî rabû hemû mal di bin axê de man. Em du rojan ji bo paqijiyê xebitîn. Ji ber ava qirêje jî, pêşû û mêş çêdibin. Em ji bo zarokan jî ditirsin. Em dixwazin serê wê bê girtin. Bila serê wê bê girtin û bibe qadeke ku dikare bê bikaranîn.”   ‘Zarokek di kanalê de fetisî’   Fatma Yildiz jî bi lêv kir ku av nexweşiyê belav dike û ji ber dora wê vekiriye bi fikar in û wiha pê de çû: “Kanal ji bo zarokan xetereyek mezin e. Rîska ketina kanalê pir zêde ye. Em her tim ji bo zarokên xwe bi fikar in. Zarokên me nikarin bilîzin. Divê şaredarî demildest ser wê bigire. Bîhnek xerab jê tê. Pêşû zêde ne. Mîkrop zêde ye. Çend roj berê wesayîtek ket kanalê. Ji ber bi şev lambe tune ne, ev der bi xeter e. Ev sê sale kes bi kirê nakeve xaniyê min. Ji ber zivistanê av dikeve hundir. Av dikeve qatên yekemîn. Zarok ji avê hez dikin û dibêjin qey dikarin di avê de soberiyê bikin. Ji ber vê sala borî zarokek fetisî. Divê demildest çareseriyek bê dîtin.”   ‘Em çareseriyê dixwazin’   Îlknur Agtoprak jî destnîşan kir ku divê qenal demildest bê girtin û got: “Çend kes li vir bi xetereya fetisînê re hatin rû hev. Em neçar in zarokên xwe bi pîkap an jî li ser milên xwe bibin dibistanê. Divê serê vê kanalê bê girtin.”   ‘Soz dîsa nehatin cih’   Cemîle Ateş jî bertek nîşanê rewşê da û got sozên tên dayîn nayên cih û wiha dawî lê anî: “Ji qenalê mişk û mar dertên. Rojekê ji bo bigihêjim serwîsa dibistanê nemabû ku bikevin qenalê. Lê xema kesî nîne. Em êdî bêzar bûne. Divê rayedar eleqeder bibin.”