'Xwedîderketina li ziman, xwedîderketina li hebûna xwe ye' 2020-06-17 09:02:03   Sara Şêx Hesen   HELEB - Mamosteyên ku tevlî perwerdeya branşê ya  KPC-D'ê ya bajarê Helebê bûn bal kişandin ser girîngiya zimanê dayikê û wiha gotin: "Ji bo pêşxistina zimanê kurdî perwerde girîng e. Xwedîderketina li ziman xwedîderketina li hebûna xwe ye. Armanca me jî ew e ku em zimanê xwe bidin jiyîn."   Bi armanca pêşxistina ziman û asta perwerdekirina mamosteyan Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) li bajarê Helebê ji mamosteyan re perwerdeya biranşan da destpêkirin. Nêzî 160 mamoste ji her du pêkhateyan kurd û ereb tevlî perwerdeya biranşan bûn. Perwerde her roj ji saet 8'ê sibehê dest pê dike û heta saet 2'yê nîvro dewam dike. Waneyên ku di perwerdeyê de tê dayîn li ser pirtûkên Civaknasî, Dîrok, Ziman, Erdnîgariyê ye. Mamosteyên ku tevlî perwerdeya biranşan dibin nêrîna xwe parve kirin.    '160 mamoste perwerdeya biranşan dibînin'   Ji Rêveberiya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a bajarê Helebê Fatma Koşen bal kişand ser girîngiya perwerdeyê û wiha pê de çû: "Ev bû demek ku ji ber Vîrusa Koronayê dibistan hatibûn rawestandin, lê mamoste di dema qedexeyê de jî perwerdeyên xwe nedan sekinandin û di malê de her kesî xwe pêş dixist. Piştî qedexeyê me pêwistî dît ku mamoste di perwerdeyên biranşan de derbas bibin. Her sal di betlaneyên dibistanê de mamoste di perwerdeyan re derbas dibin. Nêzî 160 mamoste perwerdeyê dibînin. Perwerdeya biranşan bi kurdî û erebî bi du zimanan tê dayîn."   'Em ji perwerdeya biranşan gelek sûd werdigirin'   Mamosteya bi navê Medîne Elîko ya ku tevlî perwerdeya biranşan dibe nêrîna xwe wiha parve kir: "Ev bû demek em di perwerdeya biranşan de derbas dibin û divê mamoste ne tenê mijarek divê di hemû aliyan ve xwe perwerde bike. Em niha di perwerdeya dîrok, erdnîgarî û civaknasiyê de derbas dibin û gelek sûd jê werdigirin. Em ê wek mamoste her zimanê xwe pêş bixînin û ji helandinê biparêzin Ji ber xwedîderketina li ziman, xwedîderketina li hebûna xwe ye."   'Bi dîroka rast têkoşîn bi encam dibe'   Komîsyona perwerdeyê ya beşa dîrokê, Zeyneb Nasir li ser perwerdeya ku dide nêrîna xwe wiha anî ziman: "Ez beşa dîrokî didim mamosteyên Helebê. Perwerdeya dîrok giran e û dema mirov dîroka xwe bizanibe dikare têkoşîna xwe rast bide meşandin. Par me tenê meteryal dida, lê îsal em derbasî biranşan bûn. Armanca me ji perwerdeyan ew e ku em rastiya xwe bînin ziman û dîroka xwe rast fêm bikin."