Kampanyaya 'Ji Zeynep Celaliyan re azadî' dest pê kir 2020-06-16 15:15:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Torên Mafên Mirovan a Kurdistanê ji bo balê bikişîne ser rewşa Zeyneb Celaliyan û girtiyên siyasî kampanyayek bi navê "Ji Zeynep Celaliyan re azadî" da destpêkirin. Rêxistin banga tevlîbûna kampanyayê kir.    Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê (KMMK), ragihand ku girtiya jin Zeyneb Celaliyan li Girtîgeha Qerçekê bi vîrûsa koronayê ketiye û tevî ku şewb li pişika wê belav bûye jî, rayedar wê nabin nexweşxaneyê. Di malpera KMKK’ê de hat diyar kirin ku Zeyneb Celaliyan di 9’ê hezîranê de bi rêya telefonê ji girtîgeha Qerçekî Weramîn bi dayika xwe Xezal û bavê xwe Elî Celaliyan re axiviye. Zeyneb Celaliyan ji malbata re gotiye: "Ez weke rehîneyekê di destê desthilata Îranê de me. Li girtîgehê nêzikbûnek derveyî mirovî li min tê kirin. Di warê derûnî de bi îşkenceyê re rûbirû dimînim. Rê nayê dayîn ku ez ji xizmetên tenduristiyê sûde bigirim.” Rêxistina Torên Mafên Mirov a Kurdistanê ji bo Zeyneb Celaliyan û girtiyên siyasî kampanyayek da destpêkirin.    Rêxistina Torên Mafên Mirov a Kurdistanê bi daxuyaniyek bal kişand ser rewşa Zeyneb Celaliyan û got: "Kezeba Zeynebê ji ber korona xera bûye û ji ber vê di bin tedbîrên gelek giran de wê nebirine nexweşneyê. Ji ber vê yekê em çalakvanên jin ên siyasî û sivîl û her wiha kesayetiyen Rojhilatê Kurdistanê ji bo hemû girtiyên siyasî û Zeyneb Celaliyan kampanyayek didin destpêkirin."   Rêxistina Torên Mafên Mirovan a Kurdistanê bang li tevahiya saziyên mafên mirovna kir û wiha daxwazên xwe anîn ziman: "Bi vî awayî em bang li hemû saziyen mafên mirovan di asta cihanê de, li hemû çalakvanên siyasî û sivîl û kesên azadîxwaz dikin û xwedî li Zeyneb Celaliyan û hemû girtiyen siyasî derkevin û piştgiriyê bidin kampanyayê."   Di daxuyaniyê de daxwazên xwe wiha rêz kirin:     "* Em daxwaz dikin ku Zeyneb Celaliyan demildest bê berdan.    * Tevî Zeyneb Celaliyan gelek girtiyên siyasî bi şewba koronayê ketin. Em bang li aliyên pêywendîdar dikin, zextê li rayedarên Îranê bikin da ku di çarçoveya mafên girtiyan û peymanên navneteweyî de tevbigere.   * Em bang li Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî, Parlamentoya Ewropayê, saziyên mafên mirovan ên cîhanê, saziyên li Îran û Kurdistanê û dezgehên ragihandinê dikin ku ji bo azadiya Zeyneb Celaliyan têkevin nava hewildanan û zextê li rejîma Îranê bikin.    * Em bang li herkesî dikin ku tevlî çalakiyên ku wê li ber seferetxaneyên Îranê bên çêkirin bibin û daxwaza azadiya Zeyneb Celaliyan û girtiyên din yên siyasî bikin.    * Her kes dikare bi nivîs, wêne û dîmenan peyamê piştgiriya vê kampanyayê bike.    * Em bang dikin ku her kes mafnameya dijîtal a ji bo azadiya Zeyneb Celaliyan îmze bike. Wê ew mafname ji Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî, Parlementoya Ewropayê û saziyên mafên mirovan re bê şandin."