Êrîşkarê bi qanûna înfazê hat berdan careke din êrîş kir 2020-06-16 14:50:28   ŞIRNEX - Li Taxa Kizir a navçeya Silopiyê hat îdakirin ku mêrê bi navê B.A., zarokî  12 salî bi êrîşa zayendî re rûbirû hiştiye. Bûyer piştî ku zarok ji malbata xwe re vegot aşkera bû.    Li Taxa Kizir a navçeya sîlopiyê hat îdiakirin ku mêrê bi navê B.A. zarokê 12 salî bi êrîşa zayendî re rûbirû hiştiye. Derket holê ku mêrê êrîşkar B.A. beriya bi 8-9 mahan disa ji ber êrşeke zayendî hatibû girtin û bi pakêta darazê ya nû ku ket meriyetê berî bi meh û nîvekê ji girtîgehê hatiye tahliyekirin.     Piştî ku bûyer aşkera bû malbatê li qereqolê serlêdana sûc kir û di bin çavdêriya pedegok de îfadeya zarok hat girtin. Piştî îfadeyê hat diyarkirin ku zarok ji bo raporê şandine Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyê û di encama muayeneya hat kirin de bi rapora hat dayîn piştrast bû ku zarok bi êrîşê re rûbirû maye.      Kiryar hat girtin   Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpê kirin. Her wiha hat zanîn ku kiryar B.A. di heman rojê de hatiye girtin û şandine Girtîgeha Şirnexê. Piştî ku bûyer ji aliyê şêniyên taxê ve hat bihîstin, hat diyarkirin ku malbata êrîşkar jî ji Silopiye hatiy derxistin.     Êrîşkar bi pakêta darazê ya nû tahliye bûye   Li gor agahiyên ji kesên li taxê hatin gitin hat diyarkirin ku  B.A. berî bi 8-9 mehan dîsa zarokek bi êrîşa zayendî re rûbirû hiştiye û hatiye girtin. Herwiha hat ragihandin ku B.A. bi pakêta darazê ya nû re berî bi meh û nîvekê ji girtîgehê hatiye tehliyekirin.