Peymangeha Ş.Jiyan bawernameyên 199 mamosteyan belav kir 2020-06-16 14:22:19   HESEKÊ - Îro Rêveberiya Peymangeha Ş.Jiyan bawername li 199 mamosteyên kurd û ereb belav kir.    Li Peymangeha Ş.Jiyan ku di 2015'an de hatiye avakirin bi sedan mamosteyên zimanê kurdî û erebî perwerde dîtin û piştre bi awayekî fermî li dibistanan mamostekî kirin. Îro jî Rêveberiya Peymangeha Ş.Jiyan li xweringeha El-Xeyîmê, bawername li 199 mamosteyên ku perwerde dîtibûn belav kir.   'Ji bo parastina zimanê Kurdî bi sed hezaran can hat dayîn'    Piştî deqeyek rêzgirtin, ji Rêveberiyên Peymangehên Giştî a Kantona Hesekê Raman Hesaf axivî û wiha got: "Ji bo parastin û zindîkirina zimanê Kurdî bi hezaran şoreşger û welatparêz canê xwe feda kirine û bi sedan jî di zindanên Tirkiye, Iraq,  Îran û li Sûriyeyê li  berxwe didin. Parastina zimanê Kurdî û mayîndekirina wê erka her kesî ye."   'Di projeya Netewa Demokratîk de Peymangeha Ş.Jiyan xwedî roleke sereke bû'    Ji Rêveberiya Peymangeha Ş.Jiyan Eyhan Yûnis jî wiha got:"Peymangeha Ş.Jiyan di pêkanîn û rûniştandina projeya Netewa Demokratîk de roleke pir girîng lîstiye. Ji 2015'an heta niha peymangehê bi sedan ji mamosteyên kurd û ereb ê pispor perwerde kiriye. Peymangeh ji 2015'an heta 2016'an tenê seretayî bû, ji 2017'an heya 2018'an derbasî amadehî bû û bi sedan ji mamosteyên ku di beşên cuda de pispor in perwerde kiriye."   Xwendevana amadeyî Nalîn Yûnis jî helbestek li ser Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan xwend.   Paşê Rêveberiyê bawername li 61 mamosteyên pêhateyên ereb û 138 mamosteyên kurd belav kirin.