Şêniyên Şehba û Til Temirê li dijî êrîşan daketin qadan 2020-06-16 12:51:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Kantona Şehba û navçeya Til Temirê li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê daketin qadan û êrîş bi meşek girseyî şermezar kirin.   Dewleta tirk beriya du rojan bi balafirên şer êrîşî Qadên Parastina Medya, Şengal û Mexmûrê kir. Li dijî van êrîşan li seranserî Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên nerazîbûnê tên lidarxistin. Îro jî li Kantona Şehbayê bi pêşengtiya Rêxistina Kongreya Star meşek girseyî hat lidarxistin. Her wiha li navçeya Til Temirê jî bi pêşengtiya Rêxistina Kongreya Star meşek girseyî hat lidarxistin.    Li dijî kiryarên dewleta tirk şêniyên Şehbayê herikîn qadan   Li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê li Kantona Şehbayê bi pêşengtiya Rêxistina Kongreya Star a Herêma Efrînê meşek girseyî hat lidarxistin. Di meşê de şêniyên Efrîn, Şehba, sazî û dezgehên civaka sivîl amade bûn. Di meşê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pankartê bi nivîsa "Na ji êrîşên dagirkeriyê re", "Êrîşên dagirkeriyê nikare vîna Gelê Kurd bişkîne", "Şengal, Mexmûr û Xakûrkê hêviya gelan e", "Bimre îxanet, bimire dagirkerî", "Ji axa bav û kalên me derkevin" û "Em hebûn, em hene û em ê hebin" hatibûn hildan. Meş ji destpêka navçeya Ehdasê dest pê kir û li ber parka navçeyê rawestiya.    Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin, Rêveberiya Kongreya Star a Herêma Efrînê Gulê Cefer kiryarên dewleta tirk şermezar kir û wiha pê de çû: "Em kiryarên dewleta tirk a dagirker şermezar dikin. Dewleta tirk her ji bo êrîşên xwe dîrokan hildibijêre. Li hember van kiryar û êrîşên  neheqiya li ser Gelê Kurd, peyam û gavên me wê bibe serkeftin."   Li ser navê Yekîtiya Jinên Şehbayê Rihab Çepo li ser êrîşên dewleta tirk wiha got: "Dubarebûna kiryarên dewleta tirk a faşîst a derheqê Gelê Kurd e, nîşaniya binkeftina wê ye, ji bo telafîkirina binketina xwe her êrîşên xwe li ser Gelê Kurd li tevahî Kurdistanê didomîne. Biryara me û doza me azadiyê ye û bi yekîtiya gelan wê projeya netewa demokratîk bigihêje armanca xwe, ji ber ku dirûşma jiyana me an serkeftin an serkeftin e."   Meş bi dirûşmên "Bijî berxwedana Gelê Kurd" û "Şengal Efrîn e, Efrîn Şengal e" bi dawî bû.   Gelê Til Temirê êrîşên li dijî Başûrê Kurdistanê şermezar kirin   Li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Parastina Medyayê, Şengal û Mexmûrê, îro bi pêşengtiya Kongreya Star û Meclisa navçeya Til Temirê, bi sedan ji şêniyên navçeya Til Temirê û gundewarên wê li Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn meşeke girseyî li dar xistin. Meşa ku ji SMŞ'ê dest pê kir li çarxereya Biratiya Gelan zîvirî û li ber Meqsefa El-Xeyîmê rawestiya. Çalakvanan bi yek dengî êrîş şermezar kirin û dirûşmên ku berxwedanê geş dikin berz kirin.    Piştî deqeyek rêzgirtin Hevserokê Meclisa Navçeya Til Temirê Ciwan Mele Eyûb daxuyanî xwend.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Dewleta tirk a faşîst xeteriyekê li ser mirovahiyê çêdike, êrîşên li ser Mexmûr û Şengalê binpêkirina hemî zagonên navneteweyî ne û ev yek nayê qebûlkirin. Planên Dewleta tirk ên li hember yekîtiya Kurdî astengiya çêdike. Ji bo Êzidî neçin ser warê xwe jî dewleta tirk êrîş dike. Di vê pêvajoya girîng û hesas de pêwîst e Gelê Kurd bi yekîtiyekê ku destkeftî û axa wan ji terora Tirkiyê biparêze, heye."   Daxuyanî bi dirûşma "Bijî Berxwedana Şengal û Mexmûrê"bi dawî bû.