TJA: Êrîş dijminantiya li hemberî kurdan nîşan didin 2020-06-16 12:33:04   AMED - TJA'yê bi daxuyaniyek êrîşên li hemberî Mexmûr, Şengal û Qendîlê şermezar kirin û got, "Êrîşa bi balafirna ku ji aliyê îqtîdara AKP-MHP'ê ve li Şengal, Mexmûr û li Qendîlê hat kirin dijmînantiya li dijî Gelê Kurd careke din li ber çavan raxistiye."   Balafirên şer ên Tirkiyeyê, Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), Şengal û Qendîlê bi awayekê hemwext bombebaran kirin. Êrîşa li Mexmûrê 40 deqeyî dewam kir. Piştî bombardûmanê jî balafirên keşfê bi saetan li ser kampê geriyan. Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê êrîşan de daxuyaniyeke nivîskî da û bertek nîşanî êrîşan da. Daxuyanî ji aliyê Berîtan Onan ve hat xwendin.   'Em van êrîşan qebûl nakin'   Berîtanê diyar kir ku ev êrîş parçeyek jî dijminantiya li hemberî Gelê Kurd e û wiha berdewam kir: "Vê êrîşê nîşan daye ku îqtîdara AKP-MHP'ê ya şerxwaz bi van êrîşên xwe nîşan dide ku çiqasî ji pergala li ser bingehê azadiya jinê di serî de li Rojava û li Rojhilata Navîn ku tê înşakirin ditirsin. Em bêdengiya NY û ya sazî û dezgehên navneteweyî ya li hemberî van êrîşan qebûl nakirin û şermezar dikin."   Jinan daxuyaniya xwe bi dirûşma, "Her der Maxmûr, her der berxwedan"  dawî li daxuyaniya xwe anîn.