SKB'e li dijî êrîşan banga mezinkirina têkoşînê kir 2020-06-16 11:11:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî êrîşên li hemberî Mexmûr, Şengal û Qendilê daxuyaniyek da û gotin: "Em polîtîkayên tunekirin, zayendîperest, nîjadperest û dijminane yên li dijî gelê Kurd şermezar dikin. Em bang li hemû jinan dikin li dijî êrîşan têkoşîna xwe mezin bikin."   Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Ewropayê (SKB) li dijî êrişên li hemberî Mexmûr, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek nivîskî dan. Di daxuyaniye de wiha hat gotin: "Mêtingeriya Tirk bi piştgiriya rêveberiya Başûrê Kurdistanê ya hevkarê xwe, bi bombardûmanê şerê xwe didomîne. Li Tirkiyeyê jî bi polîtîkaya êrişê ya li dijî sazî û kesayetên kurd tê kirin. Konsepta şer a bi plan dixe dewrê."   SKB'ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser hewldana astengkirina meşa demokrasiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), betalkirina wekîltiya Leyla Guven û êrişên zayendperestî yên li dijî Başak Demîrtaş û wiha hat diyarkirin: " Bi navê Yekîtiya Jinên Sosyalîst em polîtîkayên tunekirinê, zayendîperest, nîjadperest û dijminane yên li dijî gelê Kurd şermezar dikin. Li dijî êrişên tên kirin, dem ew dem e ku ligel Gelê Kurd berxwedanê xurt bikin û piştevaniyê mezin bikin. Em bang li jinan dikin li dijî polîtîkayên şer ên nîjadperestî li her cihî berxwedan û têkoşînê xurt bikin."