Li Colemêrgê OHAL: Ne bajar, wek barageha leşkerî ye 2020-06-16 09:11:19   COLEMÊRG - Hevseroka HDP’a navçeya navendî ya Colemêrgê Sînem Seven da zanîn ku bi qedexeyên walîtiyê, panzerên li ser her kolanê û polîsan re OHAL didome û got Colemêrg ne wek bajarekî wek barageheke leşkerî tê dîtin.   Piştî 15’ê Tîrmeha 2016’an ku hewldana darbeyê pêk hat şûnde di 20’ê Tîrmehê de OHAL hat îlankirin û du salan berdewam kir. OHAL'ê di 19’ê Tîrmeha 2018’an de bi awayekî fermî bê rakirin jî qedexeyên walîtiyê di pêvajoya OHAL’ê de û piştî OHAl’ê jî berdewam kir.   Yek ji bajarên ku şev û roj polîs li taxên wê digerin, wesayîtên zirxî lê tên sekiandin û qedexe lê pêk tê Colemêrg e. Hevseroka HDP’a navçeya navendî ya Colemêrgê Sînem Seven diyar kir ku ev pêkanînên didomin, bi armanca çewisandin û zextê pêk tên.   ‘Hewl didin gel bi tehdîdan bêdeng bikin’   Sînemê destnîşan kir ku HDP du deme di hilbijartinên herêmî û parlamenteriyê de deskeftiyek mezin bidest dixe û tevî vê qeyûm tên tayînkirin, hevserok tên girtin. Sînemê bal kişand ser xistina parlamenteriya parlamenterên HDP’ê Leyla Guven û Musa Farîsogullari û got: “Gel li dijî vê bertekên mezin nîşan didin. Lê gel bi nan, av, xwarin, dê, bav û zarokên wan tên tirsandin. Yanî dibêjin ku ‘tu li dijî min derkevî ez ê te, zarokên te, dê û bavê te bigirim.’Bi van polîtîkayan hewl didin gel biçewisînin, bêdeng bikin. Lê gelê me her carê li ser sindoqê bersivê dide.”   ‘Qedexe tenê ji bo HDP’ê ye’   Sînemê bi lêv kir ku çend sale wek HDP nikarin di çalakî û bernameyande bi gel re bên cem hev û ji 15 rojan carê bername û çalakî tên qedexekirin, ev qedexe jî tenê ji bo HDP’ê ye. Sînemê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di pêvajoya qedexeyê de partî û saziyên cuda bername pêk anîn. Hewl didin kamerayan bikin hundir û bernameyên me yên hundir bişopînin. Em li dijî vê derdikevin û dibêjin em destur nadin.”   ‘Li her derê polîs hene’   Sînemê balkişand ser rewşa bajar û got demek dirêje di bin navê ewlehiyê de polîs li her derê bi cih bûne û got: “Li gelek taxan nokteyên polîsan hene. Li serê kolanan wesayîtên zirxî dipên. Colemêrg ne wek bajar, wek barageheke leşkerî ya Tirkiyeyê tê dîtin. Her wiha hewl tê dayîn ku li ser rêveber û endamên partiyê jî bandoreke psîkolojîk bê avakirin.”