Nuran Îmîr: AKP dijminantiya kurdan dike 2020-06-16 09:06:33   ŞIRNEX - Nuran Îmîr a HDP'yî bertek nîşanê êrîşên li dijî Maxmûr û Şengalê da wiha got: "AKP bi polîtîqayên xwe yên li derve û li hundir dimeşîne dijminantiya kurdan dike. AKP kûjerê jinan e û li hemberî aştiyeke mayînde asteng e."   Balafirên şer ên Tirkiyeyê duh nîvê şevê Wargeha Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûrê) û Şengal bi awayekê hemwext bombebaran kirin. Parlamentera Şirnexê ya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) Nuran Îmîr derbarê êrîşan de nirxandin kir û got ku ew ê li dijî êrîşan têbikoşin.    Nuranê, got ku ew kengî wek HDP dibêjin azadî û demokrasî AKP û dewleta tirk li dijî vî şer didin destpêkirin û wiha got: "Em her ku di mijara azadî û aştiyê de israr dikin  AKP hem li derve û hem jî li hundir şer derdixe. Lê HDP wê her li dijî zimê têkoşîna xwe bidomîne. Di vê pêvajoya ku HDP'ê dest bi meşa demokrasiyê dike êrîşên li ser herêmên kurdan hatin kirin ne tesaduh in. Di vê pêvajoya meşa me de ev êrîşa ku hat kirin peyamek e. Lê belê peyama me jî diyar e, em wek HDP'ê li dijî zilmê û darbeyê ne û em ê bi gelê xwe re têbikoşin."   'Polîtîqayên dijminatiyê tên meşandin'   Nuranê, bi lêv kir ku şêniyên Maxmûrê ji ber êrîşên dewleta tirk koçber bûne û çûne li Mexmûrê jiyaneke nûh ava kirine,lê dewleta tirk wan li wê jî rehet bernade û her roj bi hincetên pûç êrîşî wan dike.  Nuranê wiha berdewam kir: "Dewleta zilimkar û DAÎŞ'ê di sedsala 21'ê de êrîşî Şengalê kirin. Lê li dijî van êrîşan gel serî netewand.  Em êrîşên ku îro carekedin li ser  Şengalê tên kirin qebûl nakin. Îro hem li Rojhilata Navîn û hem jî li hemû cihanê li dijî kurdan polîtîqayên dijminane tên pêşxistin û wargeha Mexmûrê ku divê xwedî lê bê derketin li pêş çavê civakê dewleta tirk êrîşî wê dike. Îqtîdara AKP'ê rewabûna xwe winda kiriye û xwe bi şer li ser nigan dihêle. AKP bi polîtîqayên ku hem li derve û hem jî li hundir dimeşîne dijminatiya xwe ya li dijî kurdan aşkera dike. AKP kûjerê jinan, zarok û jinên li Mexmûr û Şengalê ye. Me ne li Maxmûrê û ne jî li cihekî din li hemeber êrîşên wan serî netewandiye."