'Em hêvîdar in insiyatîfa 'Qêrîna Zeytûnê' encameke baş bigire' 2020-06-16 09:02:26   Fîdan Abdullah    ŞEHBA - Hunermend û rêveberên çand û hunerê yên piştgirî dan  inîsiyatîfa 'Qêrîna Zeytûnê'  wiha gotin:"Em hemû partî û aliyên siyasî vedixwînin ku yekbûna xwe ava bikin da ku em rê li ber  hemû êrîş û siyasetên qirkirinê bigirin û têk bibin."   Ji bo eşkerekirina siyaseta tirk a li dijî welatiyên li herêma Efrînê, Li dijî êrîş û binpêkirina mafan ên li ser Herêma Efrînê însiyatîfa 'Qêrîna Zeytonê' hat avakirin. Li dijî kiryarên dijmirovî, revandina jinan însiyatîfa 'Qêrîna Zeytûnê' di nava hewildanê de ye. Hunermend û rêveberên çand û hunerê têkildarî mijarê de nêrînên xwe anîn ziman.    'Pêwistiya me bi insîyatîfa 'Qêrîna Zeytûnê' hebû'   Ji Rêveberiya Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê Rûmet Beko  anî ziman ku avakirina însiyatîfa 'Qêrîna Zeytûnê' gaveke bi wate ye û wiha got: "Di rewşa heyî de insîyatîfa 'Qêrîna Zeytûnê'  gaveke pir bi wate bû. Pêwistiya me bi vê insîyatîfê  heye  ku em di bingeha wê de pirsgirêkên ku dagirkeriyê bi xwe re aniya nîqaş bikin. Armanca dewleta tirk qirkirina çand û zimanê Gelê Kurd e. Ji bo ku em bigihêjin encamên rast pêwist e destpêkê em ser van kiryaran bisekinin.  Ji bo jiyanake aram a ji hemû gelan re em di nava xebatê de ne."    'Em weke jin piştgiriyê didin, inîsiyatîfa 'Qêrîna Zeytûnê''   Endama Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê Ronahî Henen têkildarî beşdarbûna jinan a ji bo xebatên însiyatîfa 'Qêrîna Zeytûnê' wiha nêrîna xwe parve kir: "Em weke jin piştgiriyê didin, inîsiyatîfa 'Qêrîna Zeytûnê'. Pêwist bû berî niha hatibane kirin, lê dîsa jî em vê gavê pîroz dikin. Dewleta tirk li aliyekî  jinên Efrînê dike armanca kiryarên xwe û li aliyê din jî herêmên dagir kiriye fireh dike. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku bi awayekî lezgîn tev bigere û rewşên heyî bibîne. Divê hemû jin jî xwe di wê asta xurt de bibînin û piştevaniyê ji Qeyrana Zeytûnê re bikin.   'Em hêvîdar in insiyatîfa 'Qêrîna Zeytûnê' encameke baş bigire'   Hunermenda bi navê, Newroz Silêman wiha nêrîna xwe anî ziman: "Dewleta tirk derheqê çand û hunera kurdî de  hovîtiyên pir dijwar dide meşandin. Hem derbarê çand û hunerê hem jî derbarê welatiyên li Efrînê bi taybet dijî li dijî jinan kiryarên gelek qirêj didin meşandin. Em hêvîdar in xebatên inîsiyatîfa 'Qêrîna Zeytûnê' encameke baş bigire'. Divê her kes êşa Efrînê hîs bike.  Bi sekin û têkoşînê em ê Efrînê ji dagirkeriya dewleta tirk rizgar bikin."