ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2020'AN 2020-06-16 09:00:00   *Hunermend û rêveberên çand û hunerê yên piştgirî dan  inîsiyatîfa 'Qêrîna Zeytûnê'  wiha gotin:"Em hemû partî û aliyên siyasî vedixwînin ku yekbûna xwe ava bikin da ku em rê li ber  hemû êrîş û siyasetên qirkirinê bigirin û têk bibin." DÎMEN HEYE   * Di pêvajoya vîrûsa koronayê de rayedarên dewletan ketin nava fikarên aboriyê û tedbîrên xwe jî li gorî çerxa sermayedaran girtin. Bi milyonan kes ji kar hatin dûrxistin û bê dahat û bê mûçe hatin hiştin. Kedkar û karker jî ligel rîska heyî neçar man ku bixebitin.  DOSYA   *Hevseroka Miduriyeta Avê Xalîsa Hecî Ebd-El Qadir derbarê qutkirina çavkaniyên avê yên ji aliyê dewleta tirk ve wiha got:"Her çiqas dewleta tirk hewil dide çemên ku diherikin ser herêmên me qut bike û gel bê av, ceyran an jî çandinî bihêlê, her em ji gel re dibin alîkar û hewil didin bibin bersiva çareseriyê." DÎMEN HEYE   *Jinên Efrînê yên ku genim bi destarê dihêrin dan zanîn ku ew dixwazin çanda xwe ya kevnar biparêzin û gotin: "Ji bo zindîkirina çanda Efrînê û rengê jiyana komînal em çanda xwe ya kevnar li Şehbayê zindî dikin." DÎMEN HEYE   *Hevseroka HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen beriya meşa ku wê li Amedê pêk bê bang kir û got: “Em ê li dijî kesên ku îradeya gel xesp dikin û êrîş dikin, têkoşîna xwe ya demokrasiyê mezin bikin.” DÎMEN HEYE   *Kozmonot Valentîna Tereshkova rêwitiya wê ya ji bo fezayê li fabrîkayê dest pê dike: Jin di riyên hesinî yên Rûsyayê de bibin karker, çima nafirin fezayê?   *Piştî Dêrik û Qoserê niha jî li gundê Nisêbînê ji aliyê DEDAŞ’ê ve ceyran hat birîn. Welatiyan bertek nîşanê rewşê dan û gotin: “Rojek din jî av û ceyran neyê wê baxçe hişk bibin.” DÎMEN HEYE