'Em nahêlin tecawizkar serbest bên berdan' 2020-06-13 16:40:56   RIHA - Jinên ku li ber berava Çemê Firatê kom bûn çalakiyek li dar xistin û gotin: "Em destûrê nadin ku tecawizkarên zarokan serbest bên berdan."   Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê di çarçoveya kampanyaya "Têkoşîna jinê li her derê ye" li navçeya Xelfetiya Rihayê li ber berava Çemê Firatê çalakiyek li dar xist. Parlamentera Rihayê Ayşe Surucu û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta "Li dijî êrîşa zayendî, qanûna înfazê û qeyûman em hene" vekirin.    Di çalakiyê de parlamenter Ayşe axivî û bal kişand ser tasfiyekirina siyaseta demokratîk û got: "Êrîşên destkeftiyên jinan dikin û dixwazin siyaseta demokratîk tasfiye bikin. Bi qanûnên ku derdixe dixwazine jiyana jin û civakê tengav bike. Pevajoya pandemiyê ji xwe re kir firsendek û Qanûna Înfazê derxist. Niha jî dixwazin bi qanûnek din dixwazin tecawizkarên zarokan serbest berdin. Em ê her tim li dijî wê yekê bertekên xwe bînin ziman. Em tu carî serî natewînin."    Ayşe, da zanîn ku êrîşên li hemberî jinê bi her awayî didomîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Piştî dagirkirina Efrînê çeteyan li herêmê dest bi qetlîaman kir û nihajî heman qetlîam didomin. Melek Nebî Xelîl a ku 16 salî bi tecawîzê re rûbirû ma û hat kuştin. Em kuştina vê şermezar dikin. Em ê çi dibe bila bibê em ê li dijî kuştina jinê her tim helwesta xwe nîşan bidin. Hemû qada qada têkoşînê ye û em ê heta dawiyê têbikoşin."    Çalakiya jinan bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.