Jinan çalakiya sticker û pankartê li dar xistin 2020-06-12 15:41:29   ÎZMÎR - Meclîsa Jinên Ciwan a HDP'ê ya Îzmîrê ji bo balê bikşîne ser îstismara zayendî û tundiya li ser jinê li Buca, Konak, Karşiyakayê xebata stickerê kir. Li Pira Goztepeyê pankarta nivîskî ya "Li meclîsê darbe heye" darve kirin.    Meclîsa Jinên Ciwan a HDP'ê ya Îzmîrê ji bo balê bikşîne ser îstismara zayendî û tundiya li ser jinê li Buca, Konak, Karşiyakayê xebata stickerê kir. Li Pira Goztepeyê pankarta nivîskî ya "Li meclîsê darbe heye" darve kirin.    Di stickeran de ev nivîsan cih girtin:   “*Îktidara ku li dijî tundiya li ser jinê tu tedbîran nagire zagona tundiyê zêde dikin derdixe. Em ê li dijî qirkirina jinê dengê xwe bilindtir bikin.    *Em li dijî gotinên we yên zayendperest, polîtikayên we yên dijberê jinê, zihniyeta baviksalarî, li gel hevdu ne. Em ê jin têkoşîna xwe mezintir bikin.    *Em ê li dijî zihniyeta desthilatdar a mêr a ku jinê mehkûmî malê dike serî netewînin.    *Divê efûya îstismarkarên zarokan nebe mijara gotinê. Em ê zihniyeta îstismarkar biqelihînin.    *Efûya ji bo îstismarkarên zayendî û bersûcên tecawizkar teşwîqkirina sûc e. Em ê destûrê nedin ku tecawiz di bin navê 'zewacê' de bê binpaçkirin."