Endama Dayikên Aştiyê Şîrîn Demîr jiyana xwe ji dest da 2020-06-12 08:36:32   ÊLIH - Endama Dayikên Aştiyê Şîrîn Demîr li nexweşxaneya ku tedawî dibû jiyana xwe ji dest da û li Hezexa Şirnexê hat definkirin.    Endama Dayikên Aştiyê Şîrîn Demîra ku 3 sal bû tedawî didit li nexweşxaneya Êlihê jiyana xwe ji dest da. Her wiha Şîrîn Demîr xizmeke windayan bû û bi salan li pêy kurê xwe yên winda Îbrahîm, Giyasettin û Nîhat Demîr ket. Endama Dayikên Aştiyê Şîrîn li Hezexa Şirnexê hat definkirin.