‘Em ê her tim bibin dengê têkoşîna wan’ 2020-06-11 09:21:19   AMED - Hevsroka HDP’a Peyasê ya Amedê Besîme Narîn, bertek nîşanê êrîşên li hember têkoşîna kurd û jinan da û got: “Hemû jinên di têkoşînê de cih digirin divê dengê xwe bilind bikin.” Hevseroka TUAY-DER’ê Bahar Akyapi jî got: “Em ê her tim bibin dengê girtî û malbatên wan. Têkoşîna me wê bidome.”   Di 9'ê hezîranê de li Amedê, polîsan bi ser Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) û rêveberên wê de girtin û 7 kes hatin binçavkirin û girtin. Di serdegirtina komeleyê de jî gelek belge hatin desteserkirin.  Hevseroka HDP’a Peyasê ya Amedê Besîme Narîn û rêvebera TUAY-DER’ê Bahar Akyapi, bertek nîşanê operasyon û binçavkirinan dan.   ‘Zext nayên qebûlkirin’   Besimeyê daxuyakirin ku binçavkirin û zext bi 15 rojên dawî ne pêkane û wiha axivî: “Ji 2015’an heta niha li dijî Gelê Kurd zext didomin. Her wiha zext piralî didomin. Jinên pêşeng tên girtin. Dosyayên hevalên me jî tu tiştek şênber têde tune. Hemû valaye. Em dibînin ku ev kêfiye. Em wek HDP vê tu car qebûl nakin.”   Besîmeyê balkişand ser Komeleya Jinan a Rosa û diyar kir ku komele di bin zextêde ye û wiha pê de çû: "Zextên li ser jinan bi tu awayî nikare bê qebûlkirin. Em ê li dijî xespkirina îradeyê bêdeng nemînin. Zextên li dijî HDP’ê ji bo girtina partiyê ye. Em yek kesek bimînin jî wê ev têkoşîn bidome. Ji bo aştiyê em ê her tiştî bikin, em ê her tim li cem gelê xwe bikin. Em dixwazin hevalên me demildest bên berdan. Divê ji bo aştiyê her kes destê xwe bike bin kevir.”   ‘Ew dibêjin qey wê bi koasê li ser piyan bimînin’   Bahar Akyapi jî daxuyakirin ku hikûmet her diçe xwînê winda dike û globalbûn bi destê hikûmetê pêk tê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di serî de li hember HDP, DBP, komeleyê jinan û hemû muxalîfan bi destê hikûmetê êrîş pêk tê. Ew dibêjin qey wê bi koas û êrîşê li ser piyan bimînin. Di serdegirtina malan de yên hatin binçavkirin hatin derbkirin. Rêveberê me Şafî Hayme jî dema hatiye binçavkirin hatiye derbkirin. Em van pêkanînên dijhiqûqî şermezar dikin. Em dibêjin ku tu tişt me ji têkoşîna me nake. Em ê her tim ligel girtî û malbatên wan bin. Em ê têkoşîna xwe her tim bidomînin.”