Menîce Gulmez: Di ol de zordarî tune ye 2020-06-11 09:18:57   WAN - Ji Partiya Mirov û Azadiya Menîce Gulmez got di roja îro de ol dikin alav û jinan wek alava binpêkirinê tê bikaranîn û got: “Bi salane em oleke ku hînê me hatiye kirin dijîn. Lê di ola me de zordariyeke wisa tune.”   Cigira Serokatiya Giştî ya Partiya Mirov û Azadiya Menîce Gulmez cihê jinê yê di ol de nirxand. Menîce ya ku di 13 salî de neçar ma serê xwe bigire û bi salan di cemeatan de xebitî, ji jiyana xwe û cihê jinê yê di ol de mînak da.   Menîceyê da zanîn ku ew beyî ku lêpirsîn bikin, bê pirs û lêpirsîn serî ditewînin û got: “Mînak dema me partiya siyasî ava kir, serokê giştî yê wê partiyê şaş bêje jî, em vê şaşiyê bizanibin jî, mafê me yê îtîrazê tune, tu bandor me tune. Em beyî lêpirsîn her tiştî qebûl dikin.”   ‘Di roja îro de mirov bedelê didin’   Menîceyê desnîşan kir ku dema nû Îslamiyet derketiye îtîraz hatine kirin, ev bi erênî hatiye pêşwazî kirin lê îro ji cemaetekê derketin jî ji mirovan re bedelekê tîne û got: “Pêxemberê me fikr û nêrîna sahabe li ber çavan digirt, gotina wî dikir. Lê îro dema hûn bikevin cemaetekê û dema bixwazin jê derkevin jî hûn bedelekê didin. Yanî bi mirovan bedel didin. An jî dema fikra wan berovajî partiyeke siyasî be, an jî hûn ji wê îdeolojiyê veqetin, hûn bi îxanetê tên sûcdarkirin, wek wek îxanetçî tê dîtin. Ev sazî vê wek darbe dibînin û wek sûcekî mezin hatiye kirin nêz dibin.   ‘Li dijî zaliman, ligel mazluman cih girtin’   Menîceyê wiha berdewam kir: “Em li siyaseta îro binêrin, her tişt li holê ye. Jinek derdikeve dibêje ‘bila xwedê ji emrê min û zarokê min bigire bide wî’. Ev jî mirovan tîne lêpirsînkirina nirxa ku pê bawer dike. Mixabin hikûmeteke ku îro ji xwe re dibêje ez oldar im, mirov li hember wan serîtewandî disekinin. Vê jî li ser oldarî û îmaniyê dikin. Divê neyê qebûlkirin ku ol bibe alava siyasetê. Tişta em ji ol fêm dikin ev e: Li dijî zaliman, ligel mazluman cih girtine.”   ‘Mafê tu kesî tune jinan sînor bike’   Menîceyê balkişand ser jiyana xwe jî û got: “Min di 13 salî de serê xwe girt. Piştre ez çûm cemaetekê. Ji me re gotin; Hûn divê li gorî ku mêran cezb nekin, xwe bigirin.’ Me jî rûyê xwe digirt. Piştre gotin çavên we pir xweşin, vê carê me çavên xwe girtin. Piştre gotin destê wan xweşin, me destê xwe girtin. Piştre gotin dengê we xweşin, me dengê xwe birî. Yanî li gorî vê ferasetê endama ‘me bikujin baştire’ derdikeve holê. Mafê tu kesî tune ku jinan sînor bikin.”