Ciwanên Helebê kiryarên dewleta tirk şermezar kirin 2020-06-11 09:11:06   HELEB - Yekîtiya Ciwanên Şoreşger a bajarê Helebê êrîşên dewleta tirk bi meşeke girseyî şermezar kir.   Bi pêşengtiya Yekîtiya Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan a bajarê Helebê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser axa Kurdistanê û hedefgirtina têkoşerên azadiyê meşek girseyî li dar xistin. Di meşê de bi sedan şêniyên bajarê Helebê û Ciwanên Şoreşger amade bûn.  Her wiha di meşê de wêneyê têkoşer Qasim Engîn û alê Yekîtiya Ciwanên Şoreşger hatibû hildan. Meş li navenda Yekîtiya Ciwanên Şoreger a taxa Şêx Meqsûdê dest pê kir û heta çerxerêya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dewam kir.    Piştî bi deqeyek rêzgirtin li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Helebê Jînda Dilsoz axivî û êrîşên dewleta tirk şermezar kir û wiha got: "Em di serî de êrîşên dewleta tirk ên li ser axa Kurdistanê bi tundî şermezar dikin. Dewleta tirk di êrîşên xwe yên hovane de kesayetên pêşeng ên weke şehîd Qasim Engîn hedef girtin, kesayetên weke şehîd Qasim Engîn li hember dagirkeriyê têkoşîn da meşandin. Em soza berdewamkirina têkoşîna rêya wî didin û em ê her dem ji bo azadiya axa xwe têbikoşin. Êşa me li hember dagirkeriyê wê bibe hêrs."   Meş bi dirûşma "Şehîd namirin" û " Berxwedan jiyan e" bi dawî bû.