‘Divê li dijî qanûna êrîşên zayendî, enî bê berfirehkirin’ 2020-06-11 09:08:53   Fîlîz Zeyrek   MERSÎN - Endama Platforma Jinan a Mersînê Aysel Demîr diyar kir ku li dijî qanûna êrîşa zayendî ya ku bi riya zewacê ji bo  zarokan efûyê tîne, divê têkoşîn hîn bêtir bê berfirehkirin û got: “Li dijî vê pergalê divê hemû alî bên gel hev û eniyeke gel a berfireh ava bikin.”   Di pêvajoya vîrusê de Qanûna Înfazê anîn meclîsê û bi dengên AKP-MHP’ê qanûn hat erêkirin û di 15’ê Nîsanê de di rojnameya fermî de hat aşkerakirin.Di pêvajoya ku hevdîtin dihatin kirin de di 13’ê Nîsanê de ji aliyê parlamenterên AKP’ê ve pêşnûmeya der barê sûcên êrîşa zayendî ya li hember zarokan jî hat dayîn. Qanûna înfazê di 2016’an de hatibû rojevê lê ji ber bertekên jinan hatibû vekişandin.   ‘Zarok wê seranserê jiyanê travmayê bijîn’   Endama Platforma Jinan a Mersînê û parêzvana mafên mirovan Aysel Demîr diyar kir ku ji bo êrîşa zayendî ya li dijî zarokan, efûya bi riya zewacê, tê pêşniyarkirin mijarek gelek cidiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mijara herî girîng jî zarokên mexdur dibin, seranserê jiyanê wê travmayê bijîn. Ligel vê ne di alî şexsî de ne jî di alî civakî de wê têkiliyên baş neyên avakirin. Seranserê jiyanê wê tirs û bêewlebûnê bijîn. Yek ji sedema herî mezin a travmayê jî bê ewlebûn û tirs e.Ew tirs û fikar wê her tim hebe. Yanî wê bikevin rewşeke paranoyak.Di vê astê de du alternatîf derdikevin pêş zarok. Ya wê her tiştî di dilê xwe de bijî yan jî wê xwe îzole bike têkiliya xwe bi civakê re qût bike an jî wê aliyê wan yê şîdetê derkeve holê.”   ‘Divê rastiya AKP’ê baş bê dîtin’   Ayselê destnîşan kir ku li aliyê din jî dê û bav hene û wiha got: “Her wiha aliyen ku zewaca zarokan ferz dikin hene. Em vê desthilatdariyê baş nas nekin, em ê qanûnên wan, çima cesaretê didin gumanbaran, çima teşwiqê dikin jî fêm nekin. Li Tirkiyeyê dixwazin pêngav bi pêngav şerîatê bînin. Vê jî bê pergal tînin ziman û em hîna jî vê rastiyê nabînin. Em matmayîbûna xwe naynin ziman. Ya girîng eve ku divê em li dijî vê çi bikin.”   ‘Guherîna qedera cîhanê bi jinan pêkane’   Ayselê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Jin tevî hemû rîskan qadan terk nakin. Ala têkoşînê di destê jinan de ye. Tevî barê li ser milê jinan wê jin têkoşîna xwe bidomînin. Jin ne tenê der barê mafên xwe de ji bo mafên zarok mêrên mafên xwe diparêzin jî têdikoşin. Divê ev biçûk neyê dîtin. Ger ev cîhan biguhere jî bi jinan pêkane.”   Ayselê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser berfirehkirina bertekan a li dijî qanûna êrîşên zayendî û got: “Divê em di eniyeke dijfaşîst de bên cem hev. Em neçarin bên gel hev û eniyeke gel a berfireh ava bikin.”