'Zindîkirina rojên berê xurtkirina girêdana jinê ya bi çandê re ye' 2020-06-11 09:05:56   Fîdan Abdullah   ŞEHBA - Kevana Zêrîn a Herêma Efrînê demsala çinîna genim û ceh bi kevneşopiyên xwe ji nû de zindî kir. Jinên ku beşdarî çalakiya ji bo zindîkirina kevneşopiyan bûn anîn ziman ku divê mirov çanda xwe her dem zindî bihêle û wiha gotin:"Em hewil didin ku rojên berê zindî bikin û girêdana xwe ya bi çanda xwe re xurt bikin.  Ev çanda mîrasê dayik û bavên me ye."   Hemleya bi navê ‘Zindîkirina Rojên Berê’ careke din li Kantona Şehbayê berdewam dike. Ji ber ku ev meh meha demsala çinîna genim e û girêdana jinê ya  bi xwezayê re nîşan dide, Kevena Zêrîn a Herêma Efrînê xwestin dayikên temenmezin  wan rojên xwe yên berê yên berhevkirina genim di bîra xwe de bînin û zindî bikin. Gelek jin bi erbane, tenbûr û cilên xwe yên kurdî beşdarî vê çalakiyê bûn. Her wiha jin bi amûrên berê yên hêrandina genim mîna destar tevlî çalakiyê bûn. Jin bi rihekî komînal dîsa li hev kom bûn û rojên xwe yên berê di bîra xwe de derbas kirin. Têkildarî mijarê endamên Kevana Zêrîn ên Herêma Efrînê armanca çalakiyên xwe anîn ziman.   'Zindîkirina rojên berê xurtkirina girêdana jinê ya bi çandê re ye'   Jina bi navê Emîne Mûse derbarê çalakiyan de nêrîna xwe bi me re parve kir û wiha got: "Bi rêya vê çalakiyê ku mehane tê lidarxistin, em hewil didin ku rojên berê zindî bikin û girêdana xwe bi çanda xwe re xurt bikin.  Ev çanda mîrasa dayik û bavên me ye.  Weke ku tê zanîn em niha di demsala rakirina berhemên erde de ne û di vê demsalê de tevgera jinê ya xebatê zêde ye. Di demên berê de erd bi rêya ajotina lawiran dihat cotkirin paşê jî bi rakirina berheman re, berhem bi alavên mîna destar genim dihat hêrandin û ji bo nan, savar, hûrik û hwd. dihat bikaranîn.  Parastina çanda resen dîroka me bi me dide nasîn."   'Jinê çand parastiye'   Jina bi navê Nebîhe Mihemed jî vegerandina rojên berê bi bîr anî û wiha pê de çû: "Çanda resen bi jinê tê nasîn. Ji dîroka kevnar heya roja me ya îro jinê çand parastiye, lewra jinên kurd  jiyan ser esasê parastina nirx û çandê ser lingan hiştiye. Çand nayê jibîrkirin her di mêjiyê me de zindî ye."   'Xwedîderketina çandê xwedîderketina nasnameyê ye'   Endama Kevena Zêrîn a herêma Efrînê Xalîde Çûlaq wiha got: "Di çalakiyê de çanda Gelê Kurd ya berê em digire dest. Em weke jinên ciwan tevlî çalakiyê bûne ji bo ku zêdetir çanda xwe nas bikin û karibin biparêzin. Xwedîderketina çandê di heman demê de xwedîderketina nasnameyê ye."