'Polîtîkayên fetisandina gel bi rêbazên cuda tên meşandin' 2020-06-11 09:04:54   Ronîda Hacî   HESEKÊ- Hevseroka Komîteya Şaredarî û Ekolojîyê ya Kantona Hesekê Raziya Ibrahîm, teqez kir ku gelên Kantona Hesekê kirîza avê dijîn û got: "Dewleta tirk av ji ser Kantona Hesekê kêm kiriye. Lê em di xizmeta gelê xwe de ne."   Di 9’ê Cotmehê de dewleta tirk bi çekên giran û qedexekirî êrîşî Serêkaniyê û Girê Spî kir, di encmê de bi hezaran kes koçber bûn. Her wiha stasyona Elok ku Kantona Hesekê ava xwe jê digre jî di encama van êrîşan de ket bin dagirkeriya dewleta tirk. Têkîdarî vê mijarê  Hevseroka Komîteya Şaredarî û Ekolojiyê ya Kantona Hesekê Raziya Ibrahîm ji ajansa me re nirxandin kir.   'Stasyona Elok bi temamî nehatiye aktîfkirin'   Raziyayê diyar kir ku Stasyona Elok ya avê ji bo Kantona Hesekê xwedî rolek girîng e û wiha axaftina xwe domand: "Li Stasyona Elokê  8 pompe û 33 bîr beriya dagirkirina dewleta tirk aktîv bûn.  Di wê demê de her ji 3 rojan av dighîşt gelên Hesekê û her kesî li gorî pêwistiya xwe ji bo xwe av dadigirt."   'Ji 33 bîran û 8 pombeyan 19 bîr û 3 pompe mane'   Raziyayê da zanîn ku dewleta tirk  ji dema dagirkeriyê heta roja îro 7 caran av ji ser Kantona Hesekê daye qutkirin û wiha pê de çû: "Ji dema ku Stasyona Elokê  ji aliyê dewleta tirk ve hatiye dagirkerin ev 7 car av ji ser welatiyên Kantona Hesekê tê qutkirin.  Her wiha di vê demê de av ji ser Kantona Hesekê kêm kiriye ji 33 bîran û 8 pompeyan tenê 19 bîr û 3 pompe tên xebitandin."   'Qutkirina avê yek ji polîtîkayên fetisandina gel e'   Raziyayê kiryarên dewleta tirk û hevkarên girêdayî wê wiha anîn ziman: "Em di demsala havînê de dijîn, pêwistiya welatiyan bi avê heye. Her wiha di vê demê de rewşa vîrûsa Koronayê jî hebû û pêwisiya gel herî zêde bi avê hebû ji ber dezenfekteyê. Lê dewleta tirk av ji ser gelê Kantona Hesekê qut kir û herî dawî dema ku stasyon dan xebitandin jî hemû  aktîv nekirin û ava heyî têrî gel nake. Ev polîtîkayên fetisandinê ne û nayên qebûlkirin. Dewleta tirk ku li ser Rojava hemû rêbazên qirkirinê dan meşandin vê carê jî ji ser gelan avê qut dike."   'Ji bo çareseriya pirsgirêka avê kar û xebat berdewamin'   Raziyayê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku qutkirina avê sûc e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Qutkirina avê sûcekî bê exlaqî û li dijî pîvanên mirovbûnê ye. Lê li dijî van pêkanînên hov em wekî şaredariyên Gel tedbîrên xwe digrin û li gelek taxan me bîr dane kolandin ku gelên me ji bo xwe ji wan avê peyda bike. Dema av qut dibe em bi hemû derfetên xwe di xizmeta gel de ne. Ji bo xizmeta gel û çareserkirina qeyrana avê du pirojeyên me jî hene ku em li ser wan dixebitin, Lê hîn dem ji bo wan pêwiste da ku ev piroje bi dawî bibin û ev pirsgirêk were çareserkirin."