Aktivîstên jin ji bo Leyla Guven peyama piştevaniyê dan 2020-06-10 17:24:32   AMED - Jinên Aktivîst ji bo Leyla Guven peyama piştevaniyê parve kirin. Jinan ji bo hemû girtiyên siyasî daxwaza azadiyê kirin.    Seroka Meclîsa Gel a Doncasterê û jinên piştgiriyê didin Kampanyaya Piştevaniya Kurdistanê ji bo Parlamentera HDP'ê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven peyama piştevaniyê parve kirin. Jinan banga azadiya hemû girtiyên siyasî kirin.    'Tirkiye ji bo rojnamegeran cihekî dijwar e'   Endama Counterfire, Aktivîsta Edaleta Civakî, Seroka Meclîsa Gel a Doncaster John Westmoreland, diyar kir ku wê ji bo piştevaniya Leyla Guven videoyek amade kiriye û got:"Neoliberalizm li cîhanê li dijî demokrasiyê şer dike. Tirkiye di warê parastina edaleta civakî de gelekî li dû maye. Bi taybet ji bo rojnamegeran cihekî dijwar e. Em jî wekî Doncaster li aliyê HDP û kesên ku edaleta civakî diparêzin cihê xwe digirin."   'Bila hemû girtiyên siyasî azad bibin'   Ji Kampanyaya Kurdistan Solidarity Campaign Mark Campbell jî diyar kir ku dawiya kesên tên hilbijartin li girtîgehê ye û got:"Bila hemû girtiyên siyasî azad bibin."