Leşkeran gule li ser şêniyan û ajalan reşandin 2020-06-10 14:02:25   AMED - Hat diyarkirin ku li Gundê Hindêsê yê Farqînê leşkeran bi ser malan de girtine û îşkence li şêniyên gund kirine. Her wiha hat diyarkirin ku  leşkeran gule li ser şêniyan û ajalan reşandin.   Operasyona leşkerî ya duh li çargoşeya navçeyên Licê, Hezro, Farqîn û Pasûrê yên Amedê hatibû destpêkirin êvarê bi dawî bû. Di operasyona li herêma gundên Godernê, Şêlima û Malê Çalê de şer derketibû. Beriya şer derkeve leşkeran bi ser gundê Hindisê ya girêdayî Farqînê de girtine û leşkeran avêtiye ser malan. Hat zanîn ku leşkeran şêniyên gund kelemçe kirine û îşkence li wan kirine. Gundiyan got leşkeran ji wan re gotiye “Hûn ê cihê ‘terorîsan’ ji me re bêjin.”    Ajal gulebaran kirin   Gundiyan ragihand ku di tevahiya operasyonê de leşkeran nehiştiye welatî ji malên xwe derkevin û ji helîkoptêrê ajalên gundiyan hatine gulebarankirin. Gundiyan diyar kir ku di encama gulebaranê de dewarek miriye û 6 dewar jî bi giranî birîndar bûne. Gundiyan da zanîn ku wan 5 dewarên birîndar bûne serşêje kirine û gelek sewalên gundiyan jî winda bûne. Gundiyan got ji ber metirsiya operasyonê ew nikarin biçin li ajalên xwe yên windayî bigerin.    Tê gotin di şer de yên jiyana xwe ji dest dane hene.