103 kesên jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn 2020-06-10 13:20:23   ENQERE - Mehtap Sakinci Coşgun a ku di bîranîna Komkujiya Gara Enqereyê de axivî anî ziman ku ew ê şopdarê doza Komkujiya Gara Enqereyê bin û wiha got:"Her sibeh dema em tên vir em heman hêrs û êşê dijîn û em heman bêhnê distînin. Em ê di mehên pêş de jî şopandina dozê bidomînin."   Rêveberên Komeleya 10 Ekim Der'ê 103 canên li GAR'a Enqereyê di mîtînga Ked, Aştî û Demokrakiyê ya 10'ê Cotmeha 2015'an de jiyana xwe ji dest dabûn bi bîr anîn. Rêveberên Komeleyê di meha 56'an de dîsa li qada GAR'ê kom bûn û 103 kes bi bîr anîn. Komeleyê di bîranînê de dirûşmên "10'ê cotmehê ji bîr neke, nede jibîrkirin" berz kirin. Bernameyê saet di 10.04'an de dest pê kir. Hevseroka Komeleya 10'ê Cotmehê (10 Ekîm Der) Mehtap Sakîncî Coşgun di bîranînê de axivî û wiha got: "Her ku em têne vir hêrsa me wekî berê nû ye. Heta niha ji ber vîrûsê me li ser medya civakî dikir. Lê piştî pêvajoya asayîbûnê em dîsa li vir in. Em dixwazin bi lez peyker bê avakirin. Ji bo ku lez bidin avakirina peyker çi ji destê me bê em ê bikin. Komkujiyên ku DAIŞ'ê li GAR'a Enqereyê û Pirsûsa Rihayê pêk anî, di cîhanê de pir girîng e. Ev êşek pir mezin e. Em hewl didin ku vê êşê her tim zindî bihêlin. Rûniştina doza darizandina 16 bersûcên fîrar û kujerên din dê di 16'ê Tîrmehê de bê dîtin. Me her dem ev pêvajoya  dozê şopand. Ji bo cemaweriya Tirkiyeyê bêtir piştgiriyê bide vê pêvajoyê xebatên me dê bêtir bidomin.    Mehtap, anî ziman ku 103 malbatên ku hêj birînên wan qalik negirtine û xwîn dibin hene û wiha bi dawî kir: "56 mehin em her meh tên vir. Her meha ku em tên vir hêrs û êşa me wekî berê ye. Em daxwaza xwe ya edaletê berdewam dikin. Jibîrkirina wan xerabiya herî mezin e. Em ê her meh bên vir û doza wan bişopînin. Em mirovên bi înad in û em dest ji vê dozê bernadin."