Di serdegirtina malan de gefa 'em ê zarok ji şanesînê biavêjin' 2020-06-10 12:22:49   MÊRDÎN - Li Navçeya Artukluyê polîsan serê sibehê bi ser malakê de girtin û bi hinceta ku navê zarokekî "Egît" e gefa 'em ê zarok ji şanesînê biavêjin' li zarok hat xwarin. Her wiha polîsan tundî li zarok kirin. Ew ê malbatê derbarê polîsan de serîlêdana sûc bikin.    Li Kuçeya Saraçoglu ya Navçeya Artukluyê ya Mêrdînê polîsan bi ser mala Endamê PM'a HDP'ê Emrullah Kalkan de girtin û polîsan Emrullah binçav kirin. Li gor agahiyên ku malbatê dan polîsan mal belav kirin û bi hinceta ku navê zarokê li malê "Egît" e gefa 'em ê te ji şaneşînê biavêjin" li zarok hatiye xwarin.    Malbatê diyar kir ku di serdema biserdegirtinê de polîsan çek li malbatê kişandiye. Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin polîsan ji zarok re gotine 'navê te çi ye?'. Zarok dema ku gotiye navê min 'Egît' e bi tundiyê rû bi rû hatiye hiştin û gefa 'Em ê te ji şaneşînê biavêjin' lê hatiye xwarin.    Malbata ku nerazîbûnên xwe yên li dijî tundiyê nîşan dan rapora derbê girtin û ew ê derbarê polîsan de serîlêdana sûc bikin û serî li ÎHD'ê bidin.    Her wiha hat hînbûn ku serê sibehê li Nisêbînê jî polîsan bi ser malan de girtine û çar kes hatine binçavkirin.