Kongreya Star êrîşên li dijî jinan şermezar kir 2020-06-10 11:58:44   QAMIŞLO - Bi armanca şermezarkirina kiryarên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser jinan, her wiha êrîşên wan ên li ser mirov û herêmên aram, Kongreya Star a bajarê Qamişlo daxuyanî da.   Kiryarên dewleta tirk û komên girêdayî wê her ku diçe zêde dibin. Bi vê yekê ve girêdayî bi hezaran jin jî dibin qurbaniya van kiryaran û tên revandin û qetilkirin. Têkildarî mijarê Kongreya Star  a bajarê Qamişloyê bi armanca şermezarkirina van kiryaran daxuyanî da. Daxuyanî li Çerxerêya Şerqê ya Qamişloyê bi beşdarbûna hemû endam û rêveberyên Kongreya Star hat dayin. Daxuyanî  ji aliyê endama Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Qamişloyê Menîca Heyder ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha bû:   “Bi sala ye dewleta tirk bi hemû siyasetên xwe yên qirêj û teknîka xwe ya pêşketî êrîşî bajar û herêmên me dike. Li aliyekî komkujî û li aliyê din jî talankirinê bi xwe re tîne. Her wiha civaka navneteweyî jî li hember vê yekê bê deng e. Di Efrînê de rojane jin tên revandin û qetilkirin. Herî dawiyê jî  jina ciwan a bi navê Melek Cûma ji aliyê çeteyên tirkiyeyê hat qetilkirin. Ev sûcekî pir mezin e.    Banga me ji bo hemû tevgerên jinan ew e  ku bê deng nemînin. Bila hemû jin xwedî helwest û nêrîn be, hêza xwe li dijî van kiryaran bike yek. Soza me jinan ew e ku wê rawestandin ji bo me tune be. Em ê di nava têkoşîna parastina mafê jinê de bin.     Têkoşîna siyasetmedara jin Leyla Guven careke din bi israr û têkoşînê li hember siyasetên qirêj yên tirkiyê bi ser ket, vê yekê nîşan da ku jin xwedî hêzeke pir xurt e û serê xwe ji dijminan re natewînin.   Ji bo şehadeta Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê  Qasim Engîn em xemgîniya xwe tînin ziman. Têkoşerê azadiyê dîsa di encama êrîşên dewleta tirk de şehîd bû. Ev yek dide diyarkirin ku mirovê kurd li kijîan derê be wê rastî hovîtiya dewleta tirk bê. Rihê têkoşîna Qasim Engîn di canê me de wê her bijî, wê jina xwedî vîna azad tola wan hilîne. Di şexsê hemû şoreşgerên azadiyê de em ê têkoşîna xwe xurt bikin û nîşana serkeftinê mezin bikin.   Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî Rêber Apo”, "Jin jiyan azadî” bi dawî bû