'Av tuneye lê fatureya avê tê' 2020-06-10 09:06:47   WAN - Welatiyên li taxa Yalimeleza Wanê dijîn diyar kirin ku piştî qeyûman av hatiye birîn û bi kîlometreyan dûr avê tînin malên xwe.   Li taxa Yalimelez a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê li taxa welatî pirsgirêka avê dijîn. Welatiyan diyar kirin ku ev 4 sal in ava wan her tim tê birîn û dema tê jî ne paqije û got piştî qeyûman vê pirsgirêkê rû daye. Welatiyan destnîşan kirin ku bi dehan carî serî li Îdareya Kanalîzasyon û Avê ya Wanê û yekîneyên şaredariyê dane lê tu çareserî pêk nehatiye û gotin ew neçar dimînin bi bîdonan avê bikişînin.   Eyde Dayan, bi lêv kir ku ya ji kaniya ser riya Qelqeliyê yan jî ji kontarên çiyayê Erekê avê tînin û berteka xwe nîşan da û got divê demildest ev pirsgirêka avê bê çareserkirin. Heme Dayar jî daxuyakirin ku ew nikarin tu tiştekî bikin û wiha pê de çû: “Her sal raydar 4-5 caran tên taxa me. Kaniyan kontrol dikin û tu çareseriyekî nabînin.” Esmer Dayan jî bi lêv kir ku av mehan nayê û got divê pirsgirêka avê bê çareserkirin.   Hatîce Dayan jî wiha got: “Me ji bo hewcedariya xwe sebeze li ber derî çinand. Lê bostanê me hişk bû. Ji ber av tune em nikarin cilan bişon. Ez rojê du sê caran bi bîdonan avê tînim. Çilan bi destan dişom. 6 zarokên min hene. Bi hefteyan em nikarin serê wan bişon. Em jin ji ber giraniyê hil didin pişta me fitiq tê de çûye. Ev nayê qebûlkirin.”   Fazîlet Dag jî diyar kir ku hîna tehdîda vîrûsê didome û wiha got: “Em bi vîrûsê bikevin, berpirsê vê şaredariye. Em ê şaredariyê gilî bikin. Gelo ew dikarin rojekê bê av bijîn? 4 sale em wisa dijîn.” Suphan Duman jî bertek nîşan da û bi lêv kir ku berê pirsgirêkek wisa tunebû, piştî qeyûm hatine, pirsgirêk derketiye.   Ayşe Duman jî daxuyand ku tevî ava wan nayê, her meh bi rêk û pêk fatureya wan tê û wiha dawî lê anî: “Av tune lê 600 TL fatura avê ketiye ser kev. Em li keya digerin. Li rayedarên VASKÎ digerin, lê kes eleqeder nabe. Ger ava me bihata fature qet ne girîng bû.”