Jinan li Şirnex û Dêrsimê starta kampanya xwe dan 2020-06-09 14:07:40   ŞIRNEX /DÊRSIM - Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Şirnex û  Dêrsimê û TJA, bi daxûyeniyekê starta kampayaya xwe ya bi dirûşma 'Têkoşîna jinê li her derê ye' dan û gotin ku ji bo jiyaneke wekhev û azad têkoşîn û berxwedan divê.   Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) ya Şirnexê  û Dêrsimê û Tevgera Jinên Azad(TJA), li dijî êrîşên li ser destkeftiyên jinê starta  kampanya xwe ya bi dirûşma 'Têkoşîna jinê li her derê ye' ku wê mehekê berdewam bike  dan. Daxuyanî li Şirnexê li ber avahiya HDP'ê hat dayîn. Di daxuyaniya ji aliyê rêvbera HDP'ê Zozan Aksu hat dayîn de li gel jinên HDP'yî û TJA'yî gelek jinên din jî amade bûn.  Di daxûyaniyê de jinan dowîzên bi dirûşma “Em jinek jî kêm nebin”, “Têkoşîna jinê li her derê ye” û “Qanûna Înfazê dijmanatiya li dijî jinê ye” bilind kirin.     Li Dêrsimê jî li kolana hunerê daxuyanî hat dayîn Endamên Meclisa Jinê ya HDP'ê,  Aktîvîstên TJA'yê û gelek jinên din tevli daxûyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê endama PM'a HDP'ê Hêlîn Yagmur Ucî ve hat xwendin.    Metnê daxuyaniyê yê hevpar wiha ye:   "Li Tirkiye û hemû cîhanê kapîtalîzm di kirîzê de ye. Ji bo ku kapîtalîzm ji nav vê kirîzê derkeve serî li rêyên cuda dide, wekî afirandina gotinên nebaş ên nefret û kînê, birêxistinkirina nijadperestiyê, êrîşkirina maf û destkeftiyên jinan, her wiha bi vê yekê dixwazin rê li ber desthilatdariyeke rastgir vekin ya ku mafê karker û kedkaran bêtir binpê dike û desthilatiyeke faşîst û nijadperest li ser gelan ferz bikin. Ji aliyekî din ve bi polîtîkayên xwe yên di dema belavbûna Covid-19'ê de aşkera dan xuyakirin ku ew çiqasî li dijî jinan, gelan û civakê ne. Berpirsên van nexweşî û belayan pergala birêvebirina dewletên kapîtalîst e. Ev nexweşî û pandemî ji xwe re kirin wekî firsendekê ku pergalên faşîst bêtir otorîter bikin.   Darbe li dijî vîna gel pêk anîne    Hevalbendên desthilata hikûmeta tirk a AKP-MHP'ê ev pandemî ji xwe re kirin wekî firsendekê û bi riya qeyûman êrîş birin ser destkeftiyên Gelê Kurd û maf û vîna hilbijjêran tune hesibandin, darbe li dijî vîna gel pêk anîne. Ne bi tenê vîna Gelê Kurd xesb kirin, êrîşên xwe li dijî çand û zimanê kurdan jî berdewam kirin. Êrîşên xwe birin ser pergala hevserokatiyê, hewl didin ku hemû destkeftiyên jinan jî xesb bikin û wekî berdewamiya van êrîşan derbeya ku di van rojên dawî de li dijî parlementeran pêk hat û parlementeriya 3 parlamenteran betal kirin. Di dema ew desthilatiya mêr, pergala kapîtalîst, kursî û meqamên xwe ji xwe re wekî bingeh girtin dest ê me jî me wekhevî û tekoşîna azadiyê ji xwe re wekî bingeh girt dest. Bloka faşîst a AKP-MHP  bi banga ‘Li mala xwe bimînin’ ya qaşo ji bo tenduristiya xelkê bang dikirin tevî hemû bangên ku sazî û dezgehên me yên jinan kirin wan guh neda banga me ya tedbîrên pêşiya tundiya li dijî jinê digirin. Lê berevajiyê wê yekê wan qanûna hejmar 6284 a (peymana Stenbolê) bêkêr kir. Her wiha êrîşên xwe yên li dijî komele û saziyên jinan zêde kirin. Êrîş birin ser saziyên jinan ên tekoşîna xwe li dijî tundiyê dikin.   Jin û gelê kurd hedef hatine girtin   Yek ji wan parlementeran hevseroka KCD û parlementera Colemêrgê rêzdar Leyla Guven bû ku hemû temenê xwe daye tekoşîna ji bo azadiya gelê Kurd û di vê riyê de gelek bedelên giran jî dane. Di serî de jin hemû kesên li ber xwe didin ji vê desthilatê re wekî hedef in. Lewre jî ew êrîşên her kesî dikin, parlementeran ji kar dixin û bi taybetî jî kesên ku bi dengên jinan hatine hilbijartin, di vê dema belavbûna vê nexweşiya koronayê de jî êrîşên xwe mêtingerî li dijî gelê kurd û bi taybetî li dijî destkeftiyên jinan zêdetir kirin. Li dijî her kesên li ber xwe didin êrîşên xwe zêdetir kirin. Lê çi dikin bila bikin, ew dê nikaribin vê hêrsa jinê, hêrsa gelên bindest kêm bikin. Wan her li ber xwe daye û dê li ber xwe bidin. Divê tifaqa mêran a AKP-MHP’ê bizanibin; em ê mafên xwe yên ku hatine bidestxistin radestî însafa wan nekin. Em jin dizanin ger bi hev re bin em xurt in. Yê ku me bide jiyandin têkoşîn û piştgiriya me ya jinan e. Ji bo hemû jinan bangaweziya me ye; werin em bi têkoşîna xwe ya bi hevre  bibin tirsa îktîdara mêr. Ji bo jiyandina cîhanekê divê em destkeftiyên xwe yên jinan nedin xesbkirin.   Ji bo jiyaneke wekhev û azad têkoşîn û berxwedan heye   Yek armanca van hemû êrîşan hene. Ger ku em jinan têxin nav qaliba ‘bîatkirinê’ û ‘jina meqbûl’. Di hedefa mêrê serdest ê faşîst de bêdengkirina jinan, tê wateya ku li dijî destkeftiyên jinan êrîş hene li dijî destkeftiyên jinan êrîş hene. Lê belê tiştekî ji bîr kirine heye, di hedefa me jinan de jî, ji bo jiyaneke wekhev û azad têkoşîn û berxwedan heye.”   Daxûyanî bi dirûşmên “Jin jiyan Azadî” û “ Em Bêdeng nabin", "Natirsin û îteatê nakin” ku hatin berzkirin bi dawî bû.