Polîsan li Mêrsîn û Bedlîsê bi ser malan de girtin 2020-06-09 13:14:33   MÊRSÎN/BEDLÎS - Li Mêrsîn û Bedlîsê hunermend jî di nav de 9 kes hatin binçavkirin. Tê payin ku hejmara binçavkirinan zêde bibe.    Li Mêrsînê, xebatkarên Atolya Hunerê ya Akdenîz jî di nav de 4 kes hatin binçakirin.   Polîsan sere sibê di çarçoveya lêpirîsna Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê ya bi rê ve bir de, bi ser gelek malan de girtin.  Piştî serdegirtina malan û lêgerîna di malan de, Rêveberê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Mêrsînê Alî Bîlen, xebatkarên Atolyeya Hûnerê ya Akdenîzê Hebûn Yuksekbag, Dîlan Demîr û Cejna Sarûhan hatin binçavkirin. Polîsan bi ser mala hunermend Kadîr Çat de jî girtin, lê ji ber ku ne li malê bû, nehat binçavkirin.    Hat diyar kirin ku 4 kesên hinceta binçavkirina wan nehat zanîn, birin Miduriyeta Polîsan a Mêrsînê.    Li Bedlîsê jî bi ser malan de girtin   Li Bedlîsê di saetên serê sibehê de bi ser malan de girtin û 5 kes hatin binçavkirin.Endamê PM'a HDP'ê Parêzer Diyar Orak li Tetwanê, Hevserokê serdema berê yê HDP'ê yê Bedlîsê Orhan Bezirganoglu, Rêvebera HDP'ê yê Bedlisê yê serdema berê Gunay Karabaş, Endama Meclîsa HDP'ê ya serdema berê Ferda Avkan li Bedlîsê, Elif Orman Erez li Nûrşînê hatin binçavkirin.   Kesên ku sedema binçavkirina wan nehat diyarkirin birin muduriyeta emniyetê.    Hat diyarkirin ku dibe ku li herdu bajaran jî hejmara binçavkirinan zêdetir bibe.