Rêveberiya Xweser li dijî qetilkirina Melekê daxuyanî da 2020-06-09 12:38:03   KOBANÊ - Jinên ku di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên herêma Firatê de cihê xwe digirin, li dijî qetilkirina jina ciwan a 16 salî Melek Nebî Xelîl daxuyanî da.    Bi dehan ji jinên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo Melek Nebî Xelîl a 16 salî ku ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk hat qetilkirin daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyaniya ku li pêşiya navenda Rêveberiyê hat dayîn ji aliyê Endama Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Gulê Hesen ve hat xwendin.   'Armanc binxistina vîna jinê ye'   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku  zihniyeta baviksalarî her ku diçe hovtir dibe ji ber ku jinê tenê wekî laş nas dike û hat gotin:"Piştî du sal ji ser dagirkeriya dewleta tirk derbas bû şûnde kiryarên komên hovane yên li ser jinên Efrînê tên meşandin şûna ku ji aliyê Saziyên Mafên Mirovan ên Rêxistina Yekîtiya Navneteweyî bên lêpirsînkirin mixabin her roj mirinên nû çêdibin û Melek Nabî Xelîl a 16 salî ya ji gundê Derwîş li Efrînê ji aliyê çeteyên Sultan Mûrad ve hat revandin û piştre hat qetilkirin. Armanc binxistina vîna jinê ye."   'Di şexsê Leyla Guven de dewleta tirk azadiya jinê dorpêç dike'   Di daxuyaniyê de bal kişandin ser tundiya li zindanan li ser jinên kurd tên kirin û wiha dewam kir:"Dîmenên ku jinên kurd di zindana veşartî de ne yê yekemîn in, di her demê de deshilatdar yeke , armanc jî jin e. Li Şengal jin hatin kuştin û firotin, li Efrînê dîsa jin tên revandin û kuştin, di şerê Serêkaniyê û Girê Sipî de dîsa jin di şexsê şehîd Hevrîn de hate binpêkirin û niha jî li Bakurê Kurdistanê di şexsê Leyla Guvan de tudnî bi vî awayî  tê meşandin. Di şexsê Leyla Guven de dewleta tirk azadiya jinê dorpêç dike."   'Em bang li jinan dikin ku li dijî tundiya li hember jinê derkevin'   Di daxuyaniyê bang li jinan hat kirin û wiha hat gotin:"Em wekî jin bang li hemû aliyên kurdî, partiyên siyasî, rêxistinên mafnas û rêxisitinên mafê jinê yên cîhanî dikin ku xwe berpirsiyar bibînin û ne tenê bi daxuyaniyan li hemberî tundiya li dijî jinê derkevin,  divê hemû giraniya xwe bidin ser Konseya Ewlehî û Rêxistina Mafê Mirovan da ku dest bi lêpirsînê bikin."   'Bêdengiya li hember dagirkeriyê sûc e'   Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin:"Di dawiyê de, ger em niha li hemberî van kiryaran nesekinin, wê rewş giştî û bi taybet rewşa jinê her aloztir bibe, lewra, em weke saziyên jinê dibêjin bêdengiya li hemberî dagirkeriyê û kiryarên wan weke sûc dibînin û wê dîrok her tim li dijî bêndengiya me nefretê bihewîne."