Çaglar Demîrel: Gelên azadîxwaz wê bi ser kevin 2020-06-09 12:30:45   AMED - Parlamentera HDP'ê ya Serdema berê Çaglar Demîrel ku di girtîgehê de tê girtin bi peyamekê bal kişand ser betalkirina parlamenteriyê û gitîna parlamenteran wiha got: " Wê jin bibin pêşengên vê têkoşînê û wê li hemû qadan li dijî faşîzmê têbikoşin."    Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven û parlamenterê HDP'ê Musa Farîsogullari di 4'ê hezîranê de parlmaneteriya wan hat betalkirin û hatin girtin.  Parlamentera Serdema berê ya HDP'ê Çaglar Demîrel ji Girtîgeha Tîpa F ya Kandrayê derbarê betalkirina parlamenterî û gitina parlamenteran de peyam şand.   'HDP'yeke bi hêz derket holê'   Çaglarê di peyama xwe de, diyar kir ku helwesta dijminane ya li dijî gel wekî duh îro jî berdewam dike û wiha got: "Li dijî kesên ku bi rehîngirtina me dixwazin HDP'ê biqedînin HDP'yeke bi hêz derket holê.  Kesên ku em ji gelê me veqetandin û em rehîn girtin, wê nikaribin bi awayê fikrî me ji gelê me biqetînin.  HDP navê vê têkoşîna bi israr e.  Em ê li derve û li hundir tev de bi gelê xwe re bin û têkoşîna xwe bidomînin.  Mekanîzmaya derbeyê vê carê jî li dijî bijarteyên gel di dewrê de ye û qeyum tayînî 45 şaredariyên me kirin. Niha 21 hevşaredarên me ku îradeya gel in di girtîgehan de tên girtin. Ev êrîş di kesayeta Leyla Guven û Musa Farîsoglulari de bi encam bûn."    'Wê hikûmetên Faşîst û otorîter têk biçin'   Çaglarê  di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Kesên ku bi van bêhiqûqiyan dixwazin serweriya xwe berdewam bikin, wê bedela vê di demeke kurt de li ser sendokqê bidin.  Ev îqtîdara ku meşrûbûna xwe winda kiriye, dijîminê îradeya gel e. Berxwedana li hember faşîzmê û hevkarên wê ji her demê bêhtir pêwist e. Ji ber vê em dibêjin hemû gelên bi demokrasiyê û bi aştiyê bawar divê di bin sîwana HDP'ê de kom bibin.  Wê jinên ku pêşengên vê têkoşînê ne li her qada ku lê ne ji faşîmê re bibêjin raweste.  Wê hikûmetên faşîst û otorîter têk biçin. Wê gelên ku demokrasî  û azadiyê dixwazin bi ser kevin."