‘Ji ber rêxistinbûna jinan dibînin êrîş dikin’ 2020-06-09 09:08:53   Safiye Alagaş   STENBOL - Ji Foruma Jinan a Yogurtçu Selîn Top diyar kir ku êrîşên li hember TJA û Komeleya Jinan Rosa, ji tirs û bêtehemuliya li hember têkoşîna jinan pêk tên û got: “Ji rêxistinbûna jinê ditirsin.”   Di 22’ê Gulanê de navenda wê Amed li hember aktîvîstên TJA û endamên Komeleya Jinan a Rosa operasyon pêk hat 18 kes hatin binçavkirin û 12 kes hatibûng girtin. Her wiha ji bo endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Havva Kiran jî hepsa malê hatibû dayîn. Bertekên li djî binçavkirin û girtinan didomin. Her wiha di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya amedê dabû destpêkirin de rojek berê (7 hezîranê) serdegirtina malan pêk hat û endama Komeleya Jinan a Rosa Suzan Îşbîlen û Gulîstan Nazlier jî têde 6 kes hatin binçavkirin.   Ji Foruma Jinan a Yogurtçu Selîn Top êrîşên li hember TJA û Komeleya Jinan a Rosa nirxand û got ev tiştên tên jiyîn di encama bêtehemuliya AKP’ê ya li hember têkoşîna jinê derketine holê.   ‘Dibînin ku jin xwe rêxistin dikin’   Selînê da zanîn ku li Tirkiyeyê wek rêxistinên jinan û femînîst ligel hev têdikoşin û got: “Ji ber vê jî hemû êrîşên li hember TJA û Komeleya Rosa li hember hemû jinan hatine kirin. Jinên li dijî feraseta ‘jina makul’ têdikoşin, ji kolanan venakişin, ji bo keda xwe têdikoşin, rastî êrîşan tên. Hewl didin ku wan bitirsînin. Bi pêvajoya OHAL’ê re ewil êrîşê komeleyên jinan kirin. Dixwazin komeleyên jinan tune bikin. Dixwazin hewcedarînek STK’yên girêdayê xwe bikin.”   ‘Em bi sûcdariyên vala re rûbirû ne’   Selînê bi lêv kir ku rojek beriya operasyonê jin li dijî pêşnûmeyên pêşî li êrîşa zayendî ya li zarokan vedikin li kolanan bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rojek şûnde binçavkirin çêbûn. Pirsên wekê ‘Çima we got aştî?’ an jî ‘Çima we ji bo 8’ê Adarê bang kir’ hatine pirsîn. Em bi sûcdariyên vala re rûbirû ne.”   ‘Nikarin têkoşîna jinan bidin sekinandin’   Selînê destnîşan kir ku desthilatdariyê pêvajoya pandemî li gorî xwe bi kar aniye û ev tişt vegot: “Qanûna îstîsmarê didin nîqaşkirin, xwezayê talan dikin, li hember rêxistinên pîşeyî êrîşan pêk tînin. AKP li şûna li dijî vîrusê tedbîran bigire êrîşê komeleyên jinan dike. Her wiha qanûna hejmar 6284 jî daye rawestandin. Difikirin ku çawa jinan ji siyasetê dur bixin. Lê tu tehdîd nikare têkoşîna jinan rawestîne.”