'Hêza jinan bendava koletiyê şikand' 2020-06-09 09:03:51   Ronîda Hacî   HESEKÊ - Ji Rêveberiya Navenda Jinê ya Komîteya Ekolojiyê ya Şaredariya Kantona Hesekê Nûra Mihemed bi lêv kir ku hedefgirtina jinan hedefgirtina destkeftiyên Şoreşa Rojava ye û wiha got:"Jin li ku li derê bin pêwist e bêdeng nemînin û helwestên xwe li hember kiryaran bi awayekî xurt nîşan bidin. Bi têkoşîna salan hêza jinan bendava koletiyê şikand."   Êrîşên li ser Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê yên ku bûn sedema binpêkirina mafan dewam dike. Bi tabybet jî jin hedef tên girtin û bi binpêkrinên mafên mirovan rû bi rû tên hiştin. Tundiya li ser jinê ya li van herêman her ku diçe zêde dibin. Têkildarî vê mijarê ji Rêveberiya Navenda Jinê ya Komîteya Ekolojiyê ya Şaredariya Kantona Hesekê Nûra Mihemed nirxandin kir.    'Hêza jinan bendava koletiyê şikand'   Nûra di destpêkê de destnîşan kir ku bi hêza jina azad bendava koletiyê hate şikandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Beriya ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê dest pê bike hêzên desthilatdar ên civakê  di bin navê kevneşopiyên civakî de jin difetisandin û ji mafê wê yê jiyanê bê par hiştibûn. Hêza jinan a ku bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo li pêş ket, bû bendava  ber rêya koletiyê. Jinan di nava şoreşê de hebûna xwe mayinde kir û bû pêşenga şoreşê. Hêza jinan bendava koletiyê şikand."   'Hêz û îradeya jinan di tevahî cîhanê de derket pêş'   Nûra bal kişand ser rola jinan a di şoraşa Rojavayê Kurdistanê de  û wiha got: "Di şoreşa Rojava  de jin bû rêvebera civakê, da ku civak ji sîstema yekperest  xelas bike û her kes wekhev bijî.  Jin bû leşker û welatê xwe ji destdirêjiya dijminan parast. Jin bû siyasetmedar û di nîqaşên navneteweyî de daxwaza mafê gelê xwe kir. Vê yekê vîneke  xurt derxist pêş ku êdî jin xwe ji koletiya ku li ser hatiye ferzkirin xelas bike. Ev hêz û îrade li gel tevahî jinên cîhanê jî derxist pêş û jin bû pêşenga civakê."     'Komplo li ser projeya netewa demokratîk tê meşandin'   Nûra da zanîn ku êrîşên li ser Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bi komployeke  navneteweyî  hat kirin û wiha pê de çû: "Mirov li rûpelên dîrokê vegere dê bibîne ku dîroka împratoriya osmanî  tijî komkujî, dagirkerî û neheqî ye. Îro jî heman siyaset dewleta tirk dide meşandin. Projeya netewa demokratîk a ku banga wekhevî û azadiya jinê dike weke xeterî  ya li ser desthilatdariya xwe dibînin. Lewma îro gelê me bi komployan re rû bir û dimînin."   'Yekîtiya jinan têkbirina kiryarên dijmin e'   Nûra axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Piştî ku Efrîn hate dagirkirin jin tên revandin, qetilkirin û bi rêbazên hovane  destdirêjî li ser wan tê kirin.  Dixwazin bi van kiryaran hêz û îradeya jinan bişkînin. Di heman demê de siyasetên qetilkirna jinan di nava civakê de bi riya kevneşopiyên civakê ji aliyê hêzên desthilatdar ve tên meşandin. Ji ber ku hêzên desthilatdar dizanin bi jina azad wê civakeke azad û wekhev bê avakirin. Loma naxwazin jin pêş bikevin. Her wiha jin dikarin bibe hêza çareseriyê, lewma ev kiryar û siyasetên hovîtiyê li ser jinan didin meşandin. Pêwist e jin li tevahî cihanê li hember van kiryaran bêdeng nemînin û helwestên xwe xurt  nîşan bidin."