ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2020'AN 2020-06-09 09:00:00     * Xecê Rêdûr bi eslê xwe xelkê Ûrmiyeyê û li ser ziman û perwerdeya zarokan dixebite. Xece, destnîşan kir ziman hebûne û divê zimanê dayikê bê parastin û got: "Ez dixwazim ku bi rêya nivîs û projeyan bi zimanê kurdî xizmetê bidim zarokan û erka xwe bînim cih.”   *Her kiteya axaftin û sohbetê, jiyana têr û tije û aliyê bi hêvî yê Gulîstanê bû. Ne dayika wê Bedriye, ne xwişka wê Aygul û ne jî hevala wê Kubra, bi gotinên întîxara Gulîstanê bawer nabin. Ji ber ku bi Gulîstanê re hêvî heye…DOSYA   *Ji Foruma Jinan a Yogurtçu Selîn Top diyar kir ku êrîşên li hember TJA û Komeleya Jinan Rosa, ji tirs û bêtehemuliya li hember têkoşîna jinan pêk tên û got: “Ji rêxistinbûna jinê ditirsin.” DÎMEN HEYE   *Ji Rêveberiya Navenda Jinê ya Komîteya Ekolojiyê ya Şaredariya Kantona Hesekê Nûra Mihemed bi lêv kir ku hedefgirtina jinan hedefgirtina destkeftiyên Şoreşa Rojava ye û wiha got:"Jin li ku li derê bin pêwist e bêdeng nemînin û helwestên xwe li hember kiryaran bi awayekî xurt nîşan bidin. Bi têkoşîna salan hêza jinan bendava koletiyê şikand." DÎMEN HEYE   *Ji Foruma Jinan a Yogurtçu Selîn Top diyar kir ku êrîşên li hember TJA û Komeleya Jinan Rosa, ji tirs û bêtehemuliya li hember têkoşîna jinan pêk tên û got: “Ji rêxistinbûna jinê ditirsin.” DÎMEN HEYE   *Rêhevalên hevdu yên dilpak Zarîfe Xanim û Elîşêr ê ku hem şervan hem helbestkar li dijî polîtîkayên qirker ên mêtingeran mil dan hevdu û li berxwe dan. Li Koçgirî û Dêrsimê bûn pêşengên serîhildanê û 83 sal berê di encama îxaneta hevkaran de di 9'ê Tîrmeha 1937'an de di encama kemînê de koça xwe ya dawî kirin.   *Di çarçoveya pêngavên normalbûnê de ji 1’ê hezîranê şûnde li girtîgehan hevdîtinên girtî pêk hatin. Malbatên girtiyan diyar kirin ku ev wan dike fikaran û gotin ew daxistina înfaza wekhev dixwazin. DÎMEN HEYE   *Endam û Rêveberên Çand û Hunera bajarê Dêrîkê xebatê çand û hunerê nirxandin. Endam û Rêveberên Çand û Hunera bajarê Dêrîkê bi lêv kirin ku huner hêviya civakê ye û wiha gotin:"Jin reng û hebûna xwe di xebatên çand û hunerê de di aliyê sînema, şano, stran, govend û hwd. de derxistiye holê û bi hunera xwe ye resen reng dide jiyanê." DÎMEN HEYE