Malbatên Efrînî: Divê kiryarên Tirkiyeyê werin rawestandin 2020-06-09 08:45:41   KOBANÊ- Malbatên ji Efrînê ku ji ber êrîşên dewleta tirk koçberî Kobanê bûne, ji bo qetilkirina jina ciwan a  16 salî Melek Nebî Xelîl Cuma daxuyanî dan.    Malbatên ji Efrînê ku ji ber êrîşêeZ dewleta tirk û hevkarên wê ev du salin koçber bûne û li Kobanê bi cih bûne, li dijî qetilkirina  jina ciwan a  16 salî Melek Nebî Xelîl Cuma ku beriya demekê hatibû revandin, duh cenazeyê wê di nava zeviyan de hat dîtin, li qada jina azad bertekên xwe nîşan dan û daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê jina ciwan Cahîde Deştî ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye:     "Di dîroka 20'ê Çileya 2018'an de dewleta tirk bi teknîka herî giran û bi awayekî hovane êrîşî Efrînê kir. Gel û şervanên YPJ/YPG'ê yên di Efrînê de 58 rojan li ber xwe dan, lê di 18'ê Adara 2018'an û li ber çavên hemû cîhanê Efrîn ji aliyê Tirkiyeyê û çeteyên xwe ve hat dagirkirin.   Piştî dagirkeriyê axa Efrînê ji bingeh de hat guhertin, her wiha kiryarên herî qirêj û bê exlaqî ku gel hatin qetilkirin û revandin, xwezaya Efrînê hat talankirin û şewitandin, gor û goristan hat hilweşandin. Ev du salin hîna ev siyaset li Efrînê berdewam e ku beriya du rojan jina ciwan ya bi navê Melek Nebî Xelîl Cima ku 16 Saliye beriya demekê ji aliyê çeteyan ve hatibû revandin, beriya çend rojan piştî destdirêjiya li ser wê Melek qetilkirî hat dîtin. Li gorî Komeleya Mafên Mirovan ku herêmên Bakurê Sûriyeyê yên di bin dagirkeriya dewleta tirk heta niha zêdetirî 1000 jin hatine revandin ku hîna jî çarenûsa wan ne diyar e.    Di vê çarçoveyê de em weke gelê Efrînê yên ku ji ber hovîtî û dagikeriya dewleta tirk koçberî Kobanê bûne, siyaset û kiryarên dewleta tirk û çeteyên wî bi awayekî tund şermezar dikin. Her wiha banga me ji bo hemû komele, rêxistin û saziyên mafên mirovan û partiyên siyasî yên kurdî heye ku ji bo van komkujiyan çareseriyê bibînin. Her wiha bi taybet ji bo Gelê Kurd em dibêjin ku divê hûn yekrêziya mala Kurdî bi awayekî lez çêbikin. Ji ber ku duh Efrîn bû, îro Girê Spî û Serêkaniyê ne û sibe jî ne diyar e wê kîjan herêma be.    Em soza tolhildana ji bo hemû gelê xwe ê Efrînê yê berxwedêr didin û em ê tu carî li hember qetilkirina wan bê deng nemînin."   Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Bimre dagirkerî" û "Bijî berxwedana serdemê" bi dawî bû.