Saziya Jinan a Starê rapora 2 mehan aşkera kir 2020-06-08 17:04:20   WAN - Saziya Jinan a Starê rapora xwe ya 2 mehan aşkera kir. Li gorî raporê di pêvajoya pandemiyê de şîdeta li hemberî jinê gihaşt asta herî bilind û got: "Di navbera 2 mehan de 10 jin bi şîdeta mêr re rûbirû mane. Bi taybetî di vê pêvajoyê de jin daxwaza piştgiriya derûniyê kirine."    Bi belavbûna vîrûsa koronayê re şîdeta li hemberî jinê jî zêde bû. Derbarî şîdeta li hemberî jinan de Saziya Jinan a Starê rapora xwe ya 2 mehan bi daxuyaniyê aşkera kir. Daxuyaniya ku li avahiya saziyê pêk hat. Daxuyanî ji hêla seroka saziyê Serab Gûvenç ve hat xwendin.    Serapê diyar kir ku di pêvajoya pandemiyê de tundiya li dijî jinan zêde bû û got ku jinên ku di vê pêvajoyê de ji nêçariya xwe mal de man bi tundiyeke mezin re rû bi rû man. Serabê berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku giliyên jinan yên herî sereke serlêdanên fermî bû û wiha dom kir: "Pêvajoyên şer û şewbayê pêvajoyên ku herî zêde tundî tê ditine. Li gel pêvajoya qedexeya derketina ji derve jinan di ragihandina tundiyê de pir zehmet kişandine. Li gelek herêman polîsan serlêdan qebûl nekirin û jin berhêlî edliyeyan kirine. Li Edliyeyan jî ji ber ku ji seat 13:00'an heta seat 15:00'an de dixebitin ji jinan re nebûne alîkar. Gelek jin ji ber vê rewşê dîsa vegeriyane qadên tundiyê. Jinên ku li edliyeyan piştgirî nedîtin, diyar dikin ku ew herî zêde piştgiriya derûnî dixwazin. Di pêvajoya pandemiyê de jin ne tenê bi tundiya fizîkî di heman demê de bi tundiyên cûr be cûr re rû bi rû mane."   'Li cîhanê û Tirkiyeyê tundiya li dijî jinan zêde bû'   Serabê dirêjiya axaftina xwe de li herêmê hejmara jinên ku  heta niha bi tundiyê re rûbirû man aşkere kir û wiha pê de çû: "Di vê pêvajoyê de jî me dît ku tundiya mêr ji vîrûsê talûketir e. Li cîhanê û Tirkiyeyê jî hat dîtin ku kuştin, tundî û xwekuştinên jinan zêde bûn. Di navbera 2 mehan de 10 jin bi tundiya mê re rûbirû mane, xwestin ku ji wan veqetin. Li Qelqeliyê ciwanê 18 salî xwe kuşt. N.A ya 25 salî hat qetilkirin. Li navenda Wanê dayika 3 zarokan xwe kuşt. Dîsa li navenda Wanê jinek bi awayeke gumanbar jiyana xwe ji dest da. Li navçeya Tuşbayê jinek 5 mehî ducanî bi tundiya fizîkî û derûnî re rû bi rû ma. "